Friday, February 21, 2020

Hevpeyvîn bi Jan Fermon re, Sekretêrê Giştî ya Komela Navneteweyî ya Parêzerên Dêmokrat u serokê tîma parêzerên siyastemedarên Kurd di dadgehên Beljîkayê de


Hevpeyvîn bi Jan Fermon re,  Sekretêrê Giştî ya Komela Navneteweyî ya Parêzerên Dêmokrat u serokê tîma parêzerên siyastemedarên Kurd di dadgehên Beljîkayê de


Hesen Qazî  :  Bi giştî di nav Kurdan de meylek wisa heye ku bi kesek re ku deng dikin, dixwazin li ser jiyana şexsî ya wê/wî jî zêdetir bizanin, helbet ez naxwazim hûn jiyana şexsî ya xwe behs bikin, lê bi kinayî bêjin hûn kîne!

Jan Fermon :  Eve pirsyarek baş e. Ez çalakvaneke kevnim di tevgerên pêşketî ya civakî de û ji sala 1989 û vir de weke parêzerek dixebitim. Min her tim hewil daye ku çalakiyên pîşeyî yên xwe bi rêyek erênî bi kar bînim, helbet ji bo xizmet bi dozên edalet, mafên gelan u dozên mafên mirovî. Bi vî rengî bû ku ez rastî dozên wilo hatim ku gelê Kurd elaqedar dikin.

Qazî: Bi giştî hûn di pîşeya xwe de li ser dozên tawankariyê xebitîn e?

Fermon : Belê ez li ser dozên tawankariyê xebitîme, lê di warê din de jî min xebat kiriye. Li ser mafên mirovan.

Qazi  : We li ser Cênosîd jî kar kiriye?

Fermon:  Li Beljîka’yê li ser dosyeyên girêdayî Ruwanda mijûl bûm e. Ez di pir waran de çalak bûm di derbarê mafên mirovan a navneteweyî de. Wek mînak li Beljîka’yê min li ser dozên girêdayî sûçên şer xibitîm e, herwiha tawanên din a navneteweyî jî.

Qazî : Em dizanin Hefte ya berê di roja Sêşemî 28êde [ 2020.01.28] dadgeha herî bilind ya Beljîka yê  biryarek da ku li gor wî biryarî  ew kesayetî û têkoşerên  siyasî yên Kurd Ku hatibûn tawanbar kirin bi terorîzmê,bê sûç hatin dîtin.  Berî her tiştî ez dixwazim ji bo temaşevanên me behis bikî gelo sîstema dadwerî li Beljîkayê çawa kar dike?

Fermon:  Ez dê hewil bidim li ser vê yekê bi kurtî salox bidim. Lewma ew gelekî aloze. Di dozeke  tawankariyê de ji aliyê dozger ve lêgerînek tê destpêkirin. Di ew dosiye ya han de herwisa bû. Piştre dozgerê federal ji dadwerekî ku karê lêgerînê dike dixwaze ku lêpirsînek dest pê bike . Dadwer a lêgerînê di rastî de polîseke payebilind e ku lêgerînê bi rêve dibe. Gava dadwer ê lêgerînê biryar bide an bigîje wî encamî ku lêgerîn temam e, ew dosiye ya xwe dîsa ji bo  dozgerê dişîn e. Piştre dozger dosiye  dixe berdestê dadgehek destêpêkê. Dadgehê destpêkê biryar dide; gelo dadgehek were li dar xistin an na?  Em di hefe ya borî de di  pêvajoya dawîn de bûn, ku dadgeha temîz ya Brukselê di meha 3 ya sala borî de biryar da ku tu dozek nîne  derheqê  ew 40 ferdên Kurd û 2 şîrketan, ango şîrketên medyayî. Lewma di meha adar a sala 2019’an de dadgeha temîz a Bruksel’ê  biryar da Ku tu doz tuneye yanî  tu mehkeme naye li dar xistin û dadgeha bilind jî ew dîtinê han pejirand. Biryar di meha adar a sala 2019’an de hat dayîn û niha dadgeha bilind di 28’ê meha çileyê  sala 2020’an de biryar da ew biryarê ku hatibû dayîn,biryarek rastbûye û hukma wî dimeşe.

Qazî: Ez şaş nebim dadgeha bilind berê jî ew dosye ya han li ber çavan derbaz  kiribû.

Fermon : Belê  pêşîneyeke wî dosye yî heye. Di rastî de lêgerîn di sala 2015’an de bi dawî  hat. Wek min berî jî got;dozger gerek dozê bibe pêş dadgeha destpêkê, ji bo ku bizanibe an bixwaze ku li ser pêkanîna mehkemeyekê  biryar bê dayîn. Di sala 2016’an de dadgeha destpêkê biryar da ku tu doz nîne ku hewce be dadgeh jê re were li dar xistin. Sedem ew bû ku ew îddîayên ku derheqê wan kesan hatibûn kirin, tu elaqe ya wan bi terorîzmê re nîne, xebata gelê Kurd u xebata PKK di rastî de dozeke çekdarî ya na- navneteweyî ye ku zagona terorîzmê li ser wî naye tetbîq kirin. Evya yekem biryar bû di sala 2016’an de. Dozger û dewleta Tirk – Ji ber ku Tirkiye aliyeke pêvajo yê bû -li dijî wî biryarî daxwaza temîzê kirin û piştî yekemîn biryara  degeha temîzê de - ku heke ez şaş nebim di sala 2017’an de hat dayîn- dozger u dewleta Tirk dîsa daxwaza  temîzê kirin li cem dadgeha bilind, ku biryara yekem hilweşand. Lêbelê  dosye carek din çû cem dadgeha temîzê, di rastî de 3 caran biryarên her 3 dadgehan,   ya dadgeha despêkê,  yekem biryara dedgeha temîzê û dûyem biryara dadgeha temîzê  ku di dawî de ewe dimeşe, her 3 eynî tiştî dibêjin Ku eve kêşeyeke çekdarî ya na-navneteweyî ye ku tê wê manayê ku zagona şer li ser tê tetbîq kirin, nekû zagona dijî terorîzmê. Lewma nabe ku PKK wek rêkxistinek têrorîst were hesibandin di wî çarçoveyî de.

Qazî : Niha heke em werin ser ew konsêpta faktora nadewletî di kêşeyek  çekdarî de,em dizanin ku li gor zagona navneteweyî ya mirovdostane, çarçove yên diyar hene ji bo wê yekê. Lewma mijarek balkêşe  ku mirov  pêşîneya dîrokî ya wî bizanibe. Cenabê te di konferansek navneteweyî de ku li parlementa Ewrûpa hat li dar xistin, di axaftina xwe de got ku ew yek ji aliyê dîrokî ve digîje u dizivre serdema şerê dûyem ya cîhanî. Ez dixwazim hûn wê zaniyariyê piçekî zêdetir behis bikin.

Fermon:  Teqez tu rast dibêjî. Evya mijareke pir girîng e. Ta serdema şerê dûyem a cîhanê li gor zagonê her core kiryarek li dijî dewletê wek kiryareke  tawankarane dihat hesibandin. Lewma dagirkerên Nazî li hemû Ewrûpayê  têkoşerên berxwedanê weke terorîst dihesibandin. Lewma di xebata dijî kolonyalîzmî jî de berî şerê dûyemîn a cîhanê hemû tevgerên dijî kolonyalîzmê weke tawanakarên asayî an têrorîst dihatin hesibandin. Helbet ji ber rolek ku tevgera berxwedanê leyîst di şerê dûyem a cîhanê de, û piştre ew dewrên ku tevgerên dijî kolonyal leyîstin di xebat û şerên dijî kolanyalî de, eve pir dijwartir bû, ji ber ku berxwedan nîşan da ku dikar kirina şîddet li dijî  dewletê dibe ku meşru be û tevgera dijî  kolonyalî bi hûrî wê yekê nîşan da. Lewma gav bi gav di zagona navneteweyî de hizra ku aktoreke nadewletî bibe bi aktoreke rewa di kêşeyeke navxweyî de , kêşeyek nek di navbera dewletan de , belkû di navbera  grûpeke nadewletî û dewletek de,  dikare xwedî meşrûiyet be. Bi wî terhî bû ku peymana  Jênêvê zêdetir pêşde çû. Protokoleke dûhem li peymannama  Jênêvê hat zêde kirin  ku bi awayek  eşkere behsa rewşeke wisa dike. Di rastî de şer li dijî  terorê carek din ew paradîgmayê  guherand.  Şerê dijî terorê di rastî de gavek ber bi paşve avêt  û zîvriya serdemê berê ku her core kiryarek  li dijî dewletê wek kirdeweyek tawankarî  tê hesibandin. Û kirdeweyên meşru li dijî dewletê êdî nemaye li gor perspektîva qanûnî.  Dadgeha Brukselê Ku li gor dîtina min pir girînge, tenanet li derveyî mijara Kurdan jî, di rastî de dadgeh carek din zagona navneteveyî  vedijîne ku piştî  tevgera berxwedanê û tevgera  dijî kolonyalî hebû.  Ew dibêje li xwe miqate bin çimkî cudahiyek heye di navbera  terorîzm û şerê navxweyî  di navbera dewlet û parek ji akinciyan de  ku dikare bi temamî meşru be û nabe ku weke  kiryara terorîstî were hesibandin. Lewma ez di vê baweriyê de me ku ew dîrok girîng e û ew biryarê ku dadgeh da  bi corek dîsa hukma zagona navneteweyî dadimezrîne bi rêyeka durust u deqîq.

Qazî : Gelo qerarek wisa dibe sebeba tetbîq kirina wî di warê navneteweyî  de?

Fermon:  Erê, ez di vê baweriyî de me gerek bandor bike. Gelo dibe an nabe  evya girêdayî  pir faktorên cudaye. Wek te dizanî di şerê dijî terorê de  Dewletên Yekbûyî  serkêşî kir û teqrîben hemû welatên Ewrûpayî  û tenanet  welatên din jî  hemû mentiq u lojîka Dewletên Yekbûyî şopandin. Ez nizanim çend ji wan niha gavek paş davêjin. Her nebe nîşaneyeka pir baş e  ku dadgehek li Ewrûpa ew pirsa hanê carek din anî holê  ku gerek cudahî were danîn di navbera kiryara terorîstî û şîddeta nexwestî li dijî kesên medenî ji alîyekî u bi kar anîna zorê li dijî dewletê di çarçove ya kêşeyeke berdewam de ku beşek li rûnîştwanan di kêşeyê de ne bi dewletê re.

Qazî:  Berî wê biryarê dawî jî  hinek referens hebû li ser wê pirsgirêkê . Biryara Dîwana Edalet a Ewrûpayê  tê bîra min.

Fermon:  Belê , di wê biryarê de ku Dîwana Edalet a Ewrupayê da derheqê derxistina PKK  ji lîsta terorê, di rastî de ew mijarek cudaye.  Ji lîst derxistin qerarek siyasiye û qerara dadwerekî nîne, lêbelê PKK gazin kir li cem Dîwana Edalet a Ewrûpayê,  ku dezgeheke dadwerî ye ku dikare Yekîtiya Ewrûpa ceza bike.

Qazî: Coreyek dadgeha îdarî ye?

Fermon:  Raste, coreyek dadgeha îdarî ye, di rastî de dadgeheke ku  hemwelatiyên Ewrûpa an kesên ku hemwelatiyên Ewrûpa jî nebin, dikarin derheqê her qanuneke Yekîtiya Ewrûpa ku bandoreke neyînî li ser wan dike li cem dadwerê wê dîwanê gazin bikin.  Helbet  ketina nav lîsteya terorê û dest danîn ser saman û pere ku pê re girêdayî ye, bandoreke nerînî dike ser rêkxistin  an ferdên  ku di lîsteye de cîh digrin, lewma  ew rêkxistin an ferd dikare ji Dîwana Edalet a Ewrûpayê bixwaze li Lugzamburgê  ku li dosya binêre û qerar bide ku ew biryar ku hatiye dayîn biryarek nêgatîv e an na.  Ewe tişteke ku PKK kir û di meha Mijdara sala 2018an de PKK biryarek erênî wergirt. Mixabin Yeketiya Ewrûpa di cîh de piştî wî qerarî dîsa navê PKK xist lîsteyê. Piştî ku dîwana edaletê hemû qerarên berê hilweşand û dîsa PKK ket nav lîste yê û  niha carek din gerek qerar li ser were dayîn.  Di qerera dîwana edaletê de îşare tê kirin bi qerara dadgeha Beljîkayê, biryarê berê , biryara yekem, lêbelê her çiqas jî ku biryar, biryara dawî nebû, hêj di bin berçav derbaz kirina dadgeha bilind de bû, referensek kêm hatiye kirin bo ser wê.

Qazî :  Bo ku baş zelal be gerek mirov bêje; wana dû tiştên ji hev cudane û rasterast girêdayî hevdû nîne. Mebesta min ewe ku Dîwana Edelat a Ewrûpayê tu disthilata wî nîne li ser dadgeha Beljîkayê .

Fermon:  teqez tu dishilata wî li ser dadgeha  Beljîkayê nîne. Qerara Dadgeha Beljîka, qerarek teqezû dawî ye û desgeheke din a navneteweyî nîne ku disthilata wî a dadwerî li ser hukma wî dadgehî hebe. Qerara dadgehê ku dibêje PKK ne rêkxisneke terorîstî ye , lewma ew ferd an rêkxistinên ku hatine tawanbar kirin bi propaganda kirinê,  kom kirina alîkariya aborî û xelk kişandin bo nav PKK – çimkî di rastî de ewana tawanbarkirina konkirêt bûn -  di rastî de dadgeh dibêje; mirov nikare kes ber bi rêkxistnek terorîst bikşîne, lêbelê ji ber ku PKK rekxisnek ne terorîst e , evya ne tawankariye ku mirov jê re propaganda bike, an jî alîkarî  jê re kom bike.

Qazî : Berê ku em vegerin ser aliyê dîrokî ya vî dosye yî, ez dixwazim fêr bibim gelo tu îmkan heye ku tawanbar kirineke wilo dîsa dûbare bibe an were jiyandin? Di rewşêk de ku dadgeh bi wî şeklî biryar daye.

Fermon: Di prensîp de evya mumkine , çimkî doza tawankariyê hemîşe li ser ferdeke taybet an kirdeweyek taybet e. Lêbelê ez di wî bawerî yê de me; bi wî qerarî ku hatiye dayîn, gelek dijware ji bo dozger ku carek din wî dozî  zîndî bike û bêje em gazin dikin li cem dadgehê. Çimkî dadgeh bi awayek qetî heman biryarê berê dide.  Eşkereye heke di çarçove ya  pere kom kirinê de kesek, keseke din mecbûr bike ku pere bide , helbet dibe ku şopandineke tawankariyê dest pê bike. Lêbelê bi wî qerarî re êdî ne gengaze ku li ser binghê ku kesek ji bo rêkxistinek terorîst pere kom dike – ku evya tawankarî ye heke mirov pere kom bike bi temamî bi awayek normal jî -  heta heke mirov ji bo her quruşek ku distîne meqbûz jî bide, hêj eve tawankarî ye, ji ber ku  meqseda wê alîkarî kom kirinê ji bo rêkxistinek terorîst e. Ez di wî baweriyê de me ku tawanbar kirina wisa niha êdî temam bûye.

Qazî: Gelo naveroka  zagona dijî  têrorîzmê li hemû welatan mîna hevin?

Fermon: Na, di rastî de piçek jê aloztir e.  Bingeha qanûnên dijî  terorê bi taybetî  li Beljîkayê jî di çarçoveya biryareka Ewrûpayî daye. Ew çarçoveya biryar dayînê,  standardeke mînîmom datîne ji bo hemû dewletên endam di Yeketîya Ewrupayê de, ji bo şer li dijî terorîzmê.  Hinek welatên Ewrupayê berê jî qanûnên wan yîn dije têrorîstî hebûye, bo mînak; Firansa, Birîtanya. Ev welatên han qanûnên wan yên dijî têrorê hebû berê. Beljîka qanûnê wê yê dijî têrorîzmê tunebû, ta sala 2003. Ta sala 2003 Beljîka bi fênomênên terorîstî re  li gor qananûna tawankarî ya asayî tev digerya. Rêkxistinê tawankar, dema ku kuştinek têrorîstî  diqewmiya, Beljîka ew weke tawankariyek normal didît. Di sala 2003an de ji ber biryara çarçoveya Ewrûpayê di rastî de li ser hemû dewletan hat ferz kirin ku ji xwe re qanûnên dijî terorîzmê çê kin. lewma Beljîka jî qanûna dijî terorîzmê damezrand. Di rastî de Beljîka peyv bi peyv çarçova biryara Ewrûpayî kopî kir di qanûna xwe de. Welatên din wek min got ew jî dixwazin ku standarda mînîmom bi dest bixin bi rêya maddeyên cuda, û bi rêya maddeyên qanûnî ya cudade. Lêbelê Beljîka her tîştê biryara Ewrûpayî  kopî kir û xiste nav qanûna neteweyî ya xwe.

Qazî: Gelo ew qanûn dijî têrorê hemîşeyî ye an dibe ku guhertina qanûnî tê de were kirin?

Fermon:  Qanûndaner hemîşe dikare qanûn biguhere. Parleman dikare qanûn biguhere û di munasebetên cuda de di 2003an de, wî karî kiriye. Coreyên nû yên sûçên terorîstî dest nîşan kiriye û her wisa tadîl kirina hinek aliyên qanûna  despêkê. Belê îmkan heye ku qanûn were guhertin, eşkereye. Lêbelê li ser ev mijara taybet, tiştek girîng heye ku mirov bizanibe; ew jî eve ku prensîpa qanûna dijî terorê li ser kêşeyên çekdarî nayên tetbîq kirin, heke ew kêşe di çarcova welat de be an nebe, eve prensîpeke ku hem di qanûna Beljîkayê de  bi cî bûye, her wisa di despêka çarçova biryara Ewrûpayî jî de heye, ku hemû welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê girê dide. Û her wisa ew yek prensîpeke ku di hemû peymannameyên dije têrorîstî de, di peymannameyên  navneteweyî de hatiye destnîşan kirin. Lewma evya tişteke êgzotîk ya Beljîkayê nîne, tiştek taybetî nîne ji bo Beljîkayê. Eve prensîpeke di hemû  peymannameyên dije têrorîstî ya navneteweyî de, bê yek ji wan ew jî peymannameya fînanse kirina terorîzmê ye. Her wisa di çarçova biryara Ewrûpayî de jî cîh digre. Lewma ew prensîpa hanê gerek were tetbîq kirin, tenanet heke di zagona neteweyî de jî bi cîh nebûbe. Lewma di bersiva pirsyarê te de  gelo ew qanûna hanê li hemû welatên Ewrûpayî mîna hevin an na, ez dibêjim; ew prensîpe ku nabe qanûnê dijî terorêzmê li ser kêşeya çekdarî were tetbîq  kirin, dibe bi awayek were bicî kirin, an gerek bi awayek were tetbîq kirin di dadgehên neteweyî de li hemû welatên endem yên Yekîtiya Ewrûpayê û tenanet li dervey Ewrûpayêjî. Çimkî ew peymannameyên navneteweyîne ku derweyî Yekîtiya Ewrûpayê jî didin ber xwe.

Qazî: Niha heke em werin ser dîroka vî dosyayî. Ez dixwazim hûn ji serî de serpêhatî û çîroka wî bibêjin heta gihîştin bi wî qerarî di 28ê Çile a îsal de.

Fermon: Te rîwayeta fermî dixwazî an rîwayeta rast?

Qazî: Rîwayeta we bixwe.


Fermon: Ew dosya di serî de bi lêgerînek dest pê kir di meha adara sala 2009an de. Biryarê destpêkê ji aliyê dozgerê federal ve ji bo vekirina lêgerînê, tarîxa wî adara 2009an e. Lêbelê berî wê jî çîrokek heye. Ez di wê baweriyê de me zanîna wî girînge di  gehîştin bi ev biryara han de.  Di rastî de berî her tiştî di sala 1996an de, polîs hêriş kir bo ser televîzyoneke Kurdî. Di wê wextê de tu qanûnê dijî terorê tunebû.Dozek dest pê kir, lewma behane ya polîs bo karê xwe pere sipî kirin û tawanbar kirina wê saziyê bû. Ew dosya hanê di destpêka Sed sala nû de tev li hev bû û hat pûç kirin. Li aliyê formal re heke şaş nebim ta sala 2007an jî 2008 her meşya, lêbelê di rastî de sala 2002 an jî 2003 hatibû hilweşandin. Ez di wê dosya yî de jî beşdar bûm û me keşif kir ku polîs hinek jî  şahîdan şuxlandiye û me karî wê rastiyê derxin holê û nîşan bidin.  Lewma dosya hilweşiya. Rayedarên Tirk pir xeyidîn bi wî biryar hilweşandinê. Ew hewil dan zext bikin li rayedarên Beljîkayê  daku dîsa dozê vekin, tiştek bikin li ser wê. Em dizanin ku rayedarên Tirk dest bi têkilî danîn bi rayedarên Beljîkayê re kirin di sala 2005an de, yanî di demek de ku dosya berê hêj li holê bû, di aliyê fermî de,  lêbelê  di rastî de hilweşiyabû. Rayedarên Tirk dîsa hewil dan ji bo ku peywendî bi rayedarên Beljîkayê re bigrin, û xwestin wana mecbûr bikin tiştek bikin. Lêbelê di hewil dana xwe de pir bi ser neketin. Îcar sefareta Tirkiyê li Beljîkayê têkilî danî bi sefareta Amerîkayê û ji wan xwest ku zext bikin ser Beljîkayê.

Qazî :  Ez texmîn dikim hinek belge hene ku dixwazî nîşan bidî.

Fermon: Belê raste. Di rastî de li vir hemû ew dokumentên Vîkîlîks hene ku wê pêvajoyê bi belge dikin. Sefareta Dewletên Yekbûyî bi wezareta derve ya Beljîkayê re têkilî danî û wezareta derve ya  Beljîkayê ji wan re got ew dokumentên ku Tirkan radestî me kirine bo ku em bikarin dozek vekin, bikêrî tiştekî nayên û di wan de tiştek tune ye. Li vir azadiya ramanê heye û li gor qanûna Beljîkayê tu tawankarî nehatiye kirin. Di sala 2006’an de pêvajoyek dest pê kir û hevdîtin bi Beljîkiyan re dest pê kir. Rapora wan hevdîtinan hemû di belgeyên Vîkîlîksê de hene. Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê li pey hev 3 delegasyona  paye bilind ya xwe şande  Beljîkayê ji  bo ku zext bikin ser Beljîkiyan daku lêgerînek bi ger bixin. Terkîz li ser 2 tiştane, yekem medya ya Kurdî ya li Beljîkayê , terkîza sereke li ser wî ye, û terkîza dûyem li ser wan ferd û kesayetiyane ku di kongra neteweyî ya Kurdistanê de çalak bûn. Di nav wan de rêzdar Remzî Kartal ku navê wî bi taybetî  hatiye di raporê de. Ew gotûbêj demekî  berdewam dike û Beljîkiyan dibêjin; ew belgeyên ku ji aliyê Tirkan ve gihîştine destên me, bi kêrê me naye û bi wan re em nikarin tiştek bikin û Amerîkayî ji wan re dibêjin; em dê alîkariya we bikin daku hûn bikaribin dozê  amade bikin. Ew pêvajo nêzî 2 salan dom kir. Di meha Cotmeha sala 2008an de – berî hemûyan rêça hatina delegasyoneke bilind ya Tirkiye bo Beljîkayê heye, lêbelê em nizanin di çi tarîxî de ew hatine –  û di rastî de Beljîkiyan li cem sefareta Amerîkayê gazin dikin ku ew delegasyona Tirk pir hişik bûn û hewil didan ku wan neçar bikin. Piştre ez bawerim ku sefareta Amerîka rê xwêş kir ku wezîrê karubarê derve yê Beljîkayê, wezîrê navxwe û wezîrê dadê Bêljîkayê, 3 wezîr biçin Tirkiye di Cotmeha sala 2008an de. Dozger di çile ya 2009’an de diçe Tirkiye u bi awayek mucîze heman dozger lêgerînek li dar dixe di Adara sala 2009an de. Lewma ez di wî baweriyê de me ku her mirovek bi aqil wan têlgirafan bixwîne dikare zexta Amerîka û helbet zexta Tirkîye li pişt zexta  Amerîka bibîne li ser Beljîkayê ji bo ku ew doz amade bikin di astek pir bilind de û bi zexteke herî mezin li ser Beljîkiyan û di rastî de netîceya wê,vekirina resmî ya lêgerînê bû di meha adara sala 2009an de. Piştre gava di despêka sala 2010an de hêriş hat kirin bo ser hinek destgeh û saziyên Kurdî li Beljîkayê û di rastî de hinek berpirsên wan rêkxistinan bo midetek kurt hatin bin çav kirin û  pir zû serbest hatin berdan. Berî ku mehkeme bê li dar xistin, ji aliye mehkema temîz ve û piştre lêgerîn 10 salan dom kir, na 10 sal na, di rastî de 5 sal, yanî ta sala 2015  dema ku dadwer got ku niha min hemû zaniyarî  kom kiriye û ez dozê radestî dozger dikim  ji bo ku bizanin dibe ku dozek vebe an na. Di heman demî de aliyeke dramatîk a wê dozê derket holê. Di heman demî de wek min berê ji te re got dewleta Tirk aliyeke medenî yê di wan pêvajoya dadgehê de bû. Li gor qanûna Beljîkayê kesek ku ji ber tawankariyek sedem bibîne, dikare  di dadgeheke tawankariyê de wek alî dewr bibîne,ji bo ku bikarbe cubrana wê xisar û ziyanê bistîne ku lê ketiye. Di sala 2011an de dewleta Tirkiye daxwazekae wisa kir û ji wî tarîxî û şûn de, bû bi aliyek ji pêvajoyê. Wek dizanî di sala 2013an de tawanbarkirîyê 43yan ku eşkere bû dibe tawanbarkirî ya 43yan Fîdan Dogan be, li Parîsê hat kuştin. Ew hat teror kirin li Parîsê bi destê ajaneke MIT a Tirkiye. Em niha wê yekê dizanin, çimkî lêgerîn têkiliyê Omer Guney bi MIT re nîşan da bi rêyên cor bi cor û tenanet dozgera Parîsê jî di rastî de di îddîaname de behsa wê dike ku ew dixwest li dadgehê bîne holê li Parîsê, heke faîlê wan teroran li Parîsê ne miriba, çend roj berî dest pê kirina dadgehê.  Ku wisa be em di rewşek de ne ku lêgerînek di bin zexta aliyeke medenî dest pê dike, aliya medenî yek ji tawanbarkiriyan dikuje, teror dike, ku ba min rewşeke ku nehatiye dîtin di perspektîva qanûna tawankariyê de.  Û paşmayî ya çîrokê te dizanî çimkî min bi wî re dest pê kir, em pêrgî  biryarên cor bi cor yên dadgehan hatin û bi biryara 28ê çile re temam bû, ku biryara dadgeha Temîzê  dike biryara dawî. Tu daxwaza din yê temîzê nîne û bi wî biryarî re hemû lêgerîn bi resmî hat girtin.

Qazî: Başe ew hemû  têlgirafên Vîkîlîks li dadgehê di lêpirsîna devkî de hatin pêşkeş kirin?

Fermon:  Helbet me dadgeh li wan tiştan agehdar kir. Gotûbêja sereke di dadgehê de ne li ser wana bû. Helbet li hawirdora dozê  îşare bi wan hat kirin. Biryara sereke di rastî de li ser wê bû; gelo arîşeya di navbera Tirkiye û PKK û HPG de, dibe weke kêşeyeke  çekdarane were hesibandin an na û weke encameke wê qanûna navneteweyî ya mirovdostane, peymanameya Jênêv, qanûnên şer hatine tetbîq kirin an ew kêşe ya hanê tenê kiryarên şîddet a tekane bûne bi dijî dewletê ku dikare weke têrorîsm were hesibandin.  Lê sedî 99 gengeşe di dadgeha Temîz de li ser wê mijarî bû.

Qazî: Gelo tevî wê biryarê tu tezmînata malî didin tawanbarkiriyan?

Fermon:  Eve ne tenê ji bo wan tawanbarkiriyan prisgirêkeke belku pirsgirgêka giştiye li gor qanûna Beljîkayê. Tezmînateke pir kêm gengaze. Tenê ew middetê ku mirov di girtîgehê de hatiye ragirtin, û pir bi xweşî ew middeta ku ew berpirsên Kurd di zîndanê de man pir pir kurt bû. Çimkî ewan derhal serbest hatin berdan, berî destpêkirina dadgehê li gor biryara dadgeha temîz di wê demê de. Her di wê demê de dadgeha temîz pir bi başî pê hesiya ku doz mijara terorîzmê nebû bi wî manayî  ku tu tehdîd li ser emniyeta giştî li Beljîkayê tunebû û tu tehdîd li ser xelkê nebû li Beljîkayê. Tawanbarkiriyan derhal serbest hatin berdan. Pirsgirêka  dana tezmînatê  heye, ne tenê bo wan tawanbarkiriyan belkî bo hemû tawanbarkirîyan ku di heman rewşê de bûne.

Qazî: Niha heke em werin ser mijara  derxistina PKK ji lîsta Yekîtî ya Ewrupayê .  Em bi biryara Dîwana Edaleta Ewrûpayê dizanin, wek parêzerek li ser pêvajo ya ji lîste derxistinê çi dibêjî? Yanî ew pirsgirêk çava tê çareser kirin?

Fermon: Gerek were zanîn, tenê ji ber sedemên têknîkî biryara dawî ew bu ku PKK bikave nav lîsteya rêkxistinên terorîst. Dîwana Edaletê ne dikarî biryar li ser bide u ew tenê ji ber sedemên têknîkî û nîzamnameyî bû.  Biryara di lîste xistina navê rêkxistinek an ferdek, her şeş meh carek tê nûjen kirin. Qaîde û qural wisaye.Her şeş meh carek encumena wezîran ya  Yekîtiya Ewrûpa gerek biryar bide ku kesek an rêkxistinek bixe nav lîste yê an ji lîste yê derxîne.

Qazî:  Gelo di Encumena Ewrûpa de rayedarek taybet  heye ku ji wê erkê berpirsyar be? Ango evya çawa dimeşe?

Fermon: Dikarim nimûneyekê ji te re bêjim. Di resmiyetê de encumena wezîran berpirsyarê wî karî ye. Di resmiyetê de encumena wezîran li ser disekine. Di rastî de lîste ji aliyê îstîxbarat û herwiha komîteyek taybetî tê amade kirin ku navê wî “KORE PR“ e, tê wate ya Komîteya nûnerên dayimî. Yanî sefîrên dewletên endam yên Yekîtiya Ewrûpayê, wana biryarê amade dikin. Di nav  Kore PR ê  de komîteyek taybetî heye ku lîsteyê tespît dike. Ez berê di dozekî de beşdar bûm derheqî damezrênerê Partiya Komonîst ya Fîlîpînê Ku navê wî di lîste yê dehebû; Xose Maria Sison[ Xozê Mariya Sîson] li ser wî dozî KORE PR bi eşkere biryarek na qanûnî dabû. Encumen li ser bingeha  biryarek ku KORE PR  amade kiribû ku dadgeha Holendayê tiştek gotiye ku di rastî de dadgeh temam berovajî yê wê gotibû. Wan îddîayek şaş kirin. Nekû mesele şaş rave kirin belkî şaşiyek bi zanabûn bû. Rojek ez di sêmînarek de li kêleka yek ji endamên wî komîteyî ronîştibûm ku biryaran amade dike. Semînareke girtî bû û me karîbu  bi awayeke vekirî deng bikin. Min jê re got; ez fêm nakim hûn bi temamî dizanin ku ew biryarê Ku we daye şaş e, ji ber ku me hemû materyal û belge dan destê we, gelo we ew materyal dîtin? Ew bersiv da; belê me materyal dîtin. Helbet me nameyê we dît. Başe min jê piris kir bersiva we çiye, çimkî we tu bersiv nedaye me. Ew  ji min re got; em dizanin ku hûn rast dibêjin, lêbelê biryar dayîn bi wî terhî nameşe. Her welatek lîste ya xwe tîne û em li ser lîste yên welatên din napeyvin, çimkî heke em dest pê bikin û li ser lîste ya welatek din biaxivin, ew welat jî dest pê dike û li ser lîsteya welatê me dipeyve, û di rastî de tiştê ku em dikin lîsteyan li hev girê didin,yanî her lîsteyek ku aliyek bi xwe re tîne. Heke problemeke pir pir mezen a siyasî hebe, dibe ku em li ser biaxivin, nexwe wekî din rola me ewe ku wan lîsteyan li hev girê din Ku rayedarên her welatê endam ji me re rê dikin.
Helbet di asta her welatî de  ew lîste yên ku tên pêşniyaz kirin ji aliyê rayedarên  sîyasî û dezgehên îstîxbaratê ve tên amade kirin.  Kar bi wî terhî dimeşe. Tenanet bi beyaneke şas a sedeman dimeşe, çimkî kes naxwaze li ser karê ewê din biaxive.

Ew dozê ku niha li pêş Dîwana Edaleta Ewrûpayê ye derheq bi PKK, doz li sala 2014an de dest pê kir.Ji bo biryara sala 2014an û di maweyekî de ku ew dibû di dadgeh re derbaz be û dadgeh li ser biryar bide, her carî her biryarek bo her şeş mehan carek dibe bi beşek ji pêvajoya dadwerî yê. Mirov tenê dikare wisa bike, heke argumenta devkî di dadgehê de were li dar xistin. Li ser wê dozê di navbera argumenta devkî di dadgehê de û biryar danê de dîsa navê PKK ket lîsteyê. Ji ber sedemên nîzamnameyî gengaz nebû ku bibe beşek ji biryarê dadgehê. Yanî hemû biryarên ku di neqeba salên 2014 û 2017an de hatine iptal kirin, çimkî dadgeh got ku beyana sedeman ku ji aliyê encumena wezîran ve hatine dayîn, têrê nakin. Ew beyan, beyanek nîne ku mirov bigîjîne wî akamî Ku PKK rêkxistinek terorîstî ye, yanî ew sedemên ku tên nîşan dan, têrê nakin. Lê Dadgeh nikarî biryara dawî îptal bike, her çiqas jî ew biryara encumena wezîran li ser heman bingehane ku hatine îptal kirin ji aliyî dadgehê. Ji ber ku beyana sedeman nayen guhertin û her tim mîna hevin. Lewma ji ber sedemên têknîkî ew beyana sedeman nehat îptal kirin. Ji wê jî zêdetir weke encumena Yekîtiya Ewrupa li ser dozên din jî kirîye. Her ku biryara sala berê hat îptal kirin, biryarek nû da û dîsa PKK xiste nav lîste yê. Li ser bingeha heman beyana sedeman ku dîwana edaletê wek ne di cîh an naqanûnî  hesibandibû. Evya praktîkeke ku me berê jî dîtiye. Ewan berê heman karî bi rêkxistinên din û ferdên din re kirine û dixwazin bi sedema siyasî rêkxitinan di lîsteyê da bihêlin. Ew bi eşkere çavê xwe li ser biryara dadgehê digrin û carek din navê rêkxistin an ferd dixine lîstyê. Li ser heman bingehî û li ser heman beyana sedeman. Û şexs an rêkxistin tu mecal jê re namîne û carek din gerek gazin bike û dozek nû veke. Eve tişteke ku di rastî de hatiye kirin. Dozeka nû dest pê kir û niha li bendê qerarê ye. Lêbelê ez bi temamî mikurim ku pir dijwar dibe ji bo dadgehê  ku bi temamî dîtina xwe biguhere, çimkî ew gotin; beyana sedeman ne baş bû,  û teqez tu sebeb nîne ku heman beyana sedemen ji nîşkêve bi kafî were hesibandin. Her wisa aliyek din jî heye. Encumena wezîran jî daxwaza temîzê kirîye li ser biryara dîwana edaletê ku ew jî li bendê ye ku li ber çavan were derbaz kirin di asta temîzê de. Ez nizanim ew çawa dibe, ji ber ku dadgeha Ewrûpayê piralî dişuxile ku tê wî manayî ku middeteke dirêj dikşîne heya biryarek were girtin. Lewma ez nizanim dê kengê biryareke nû bê dayîn. Lêbelê ez pir mikurim ku biryara dadgeha destpêkê  dê her weke biryara berê be, çimkî tu sebeb nîne ku dîtina berê bê guherandin.

Qazî: Di dozeke wisa de lobî kirin bandora xwe heye li Dewletên Yekbûyî. Bo mînak; Rêkxistinek Iranî hebû MOCAHÊDÎNÊ XELQ  ku ji lîstê derket û berê di lîsteya têrorê Emrîkaye de bû. Di asta Ewrûpayî de îmkana tiştê wilo heye?

Fermon: Helbet bi awayeke giştî bandora xwe heye, ewe eşkereye. Li ser MUCAHÎDÎN a Îranî rastî ewe ku ji lobî kirinê zêdetir ew tiştê ku bandor kir ew rastiye bû ku di rewşa taybetî ya wê demê de, di têkiliya navbera Iran û Iraq de bi qezenca siyaseta Amerîka û Berîtanya bû ku Mucahîdîn êdî di lîsteyê de nebin. Ez di wê baweriyê de me; ew zêdetir biryarek bû li ser siyasetê ta evya ku ji ber lobî kirin evya hatibe kirin. Ev dibe ku ji bo PKK ciyawaz be, çimkî ez wilo difikrim ku sekna Amerîka li ser PKK û Mucahîdîn ne yek be. Helbet bandora xwe heye, evya eşkereye. Lewma  heke mirov bi bîrura giştî nîşan bide ku biryar dayîn ji bo tevlî kirina navê rêkxistinek di lîsteyê de an taqîb kirina ferdek di dadgeha tawankariyê de û terorîst bûn an beşdarî di çalakiyek  rêkxistinek terorîstî de, heke mirov bikare bîrura ya giştî qane bike ku ew rêkxistin bi tu awayî terorîst nîne, evya bi temamî mijarek din e. Ev yek dikare bi awayek bandora xwe bihêlê li ser wan siyasetmedaran ku li ser lîstê biryar didin.

Qazî : Başe di dawî de heke em gotinên xwe bînin ser hevdû, çi dikarî bêjî?

Fermon: Ez di wî baweriyê de me; ew biryarê ku hat dayîn, di rastî de bayeke firsetan bi xwe re aniye. Bayek firsetan ji bo rêkxistinên Kurdî.  Bi taybetî niha li Beljîkayê. Çimkî Kurd êdî nabe ji wê yekê bitirsin ku dîtina xwe bi awayek azad derheq bi arîşe bi dewleta Tirk re îfade bikin. Tiştên ku wan dibêjin êdî weke propaganda naye hesibandin ji bo rêkxistinek terorîst. Kurdan dikarin bi azadî xwe bi rêkxistin bikin. Helbet di sinûra qanûnê de evya eşkere ye. Lêbelê ta niha her core çalakiyek ji bo doza Kurd di bin metirsiyê de bû ku were kiremînalîze kirin. Evya êdî temam bû û ev bayeke firsetan e. Nuxta dûhem ez di wê baweriyê de me; ew biryare ji bo welatên Ewrûpayî jî bayeke firsetan e. Çimkî wek min pir caran berê gotiye; kêşeyan gerek werin çareser kirin, û li hember terorîzmê gerek şer were kirin. Ewe tê wî manayî ku livir firsetek heye bo ku paradîgma were guhertin û rewş wek kêşe were dîtin, di mînakên wilo de dewletan xweş xizmetî ya xwe didin nîşan dan, ji bo ku yarmetî bikin bi peyda kirina çareseriyek. Helbet evya mijarek cudaye ji şer kirin dijî terorîzmê. Û ew biryar bi gotina wê yêkê ku mijar kêşe ye û terorîzm nîne,  firsetek baş diafirîne  bi dereca yekem ji bo rayedarên Beljîkayê ku bibin mînak ji bo  karbidestan li welatên din yên Ewrûpayê ku siyaseta kirêmînalîze kirinê biseknînin û mijarê weke kêşe bibînin û bifikrin çawa dikarin bi rêya dîolpmatîk, alîkarî bikin daku aliyên kêşe yê, dest bi diyalogê bikin û çareseriyek siyasî jo bo wê peyda bikin. Lewma di wî warî de ew biryar dikare encameke erênî ya wî hebe di warê siyasî de jî, heke bi cîddî were mêzandin û têra xwe were hesibandin.

Qazî: Pirsayek ku rasterast elaqe ya wî bi mijara me nîne û ew jî li ser sekna  rêkxistina parêzerên weye li ser dîrokterê berê ya Vîkîlîlksêku niha di zîndanek de li Beritanyayê rewşa wî pir xerap e û metirsî li sere ku radestî Amerîkayê bê kirin?

Fermon: Rêkxistina me Komela navneteweyî ya parêzerên dêmokrat, her tim piştewanî kiriye li Culyan Asanj her ji despêkê ve. Li gor dîtina me eşkereye ku di wî mijarî de komployek heye derheqê qanûna tawankariyê dijî wî û hewil tê dayîn ku ew neye siza dan goya ji ber tawankariya cinsî ku wek tê îddîa kirin li Swêdê hatiye kirin. Her kes dizane evya behaneyeke ku ew were ceza kirin ji bo karê ku ew dike.  Dosya PKK nîşan dide Vîkîlîks çande bi mifa ye. Bi saya Vîkîlîks em dizanin ku ew dosya çawa hat çê kirin. Lewma karê Vîkîlîksê zaniyarî yîn girîngin ji bo hemû hemwelatiyan. Me piştgîrî da Culyan Asanj her ji serî de, û me daxwaz kir ku ew derhal were serbest berdan. Helbet eşkere ye ku em dijin ku ew radestî Amerîkayê bê kirin. Di çarçova Neteweyên Yekbûyî de  mandateke me ya çavdêriyê heye ku ew tê wê manayê ku em dikarin çalakî li dar xin li Encumena Mafê Mirov li Jênêvê û me bi salan çendîn sêmînar li dar xistiye li ser doza Culyan Asanj. Me daxwaza muxayet bûnê kiriye û hewil daye  ku dewletan wî tiştî helsengînin, berê li cem Swêdiyan û niha li cem Berîtaniyan ku derhal Culyan Asanj serbest berdin û hemû core taqîbê cezayî li dijî wî biseknînin.

Qazî: Gelek sipas rêzdar Fermon ji bo beşdariya we di Rawêjê de. Hêvîdarim tu berdewam bî li piştevanî ya gelan di cîhanê de û bi ramanên dêmokratîk yên xwe.

Fermon: Ez dê baştirîn hewlê xwe bidim, sipas ji bo vexwendina min ji bo bername yê.

Têbînî: Ev Hevpeyvîn di îvara roja înê 7ê sibatê de hatiye kirin û îvarê yekşem 16’ê sibatê 2020’an li bernama Rawêj di STÊRK TV de hatiye weşandin.




No comments: