Sunday, June 16, 2019

Çemkên dijber li ser Azadî ye: Siyasetî Kurdî di navbera “kirnejinîmalê “ u “ Jina têkoşer “ de.Hevpeyvîn bi Dr. Dilar Dîrîk re

Hevpeyvîn bi Dr. Dilar Dîrîk li Zanîngeha Cambridge re
Li ser têza wê  Çemkên dijber li ser Azadî ye: Siyasetî Kurdî di navbera
“kirnejinîmalê “ u  “ Jina
têkoşer “ de.
Yekşem 02.06.2019
Hesen Qazî: Temaşavanên xoştevî, hûn bi xêr bên bo programeka din a Rawêjê. Di Rawêja wê carî de malowanî dikin ji Dr. Dilar Dîrîk re, ku dukturayê civaknasî li zanîngeha Cambridge qedandîye . Em gelek keyf xweşin ji bo beşdarî ye wê di wî programê de. Dr. Dîrîk dukturaya xwe di meha Eylûna sala 2018 pêşkêşê zanîngeha Cambridge1 kirîye, baş e hûn bizanin ku Zanîngeha Cambridge di salên 2017 û 2018an de, bi taybetî beşa civaknasî ya wî zanîngehî di sireya zanîngehên herî baş ya Brîtanîya de dercea yekê bi dest xistîye. Zanîngeha Cambridge wekû din jî bi navûdeng e, ji ber ku li vêderê profsorek Emrîkayî dixebite bi navê Thomas Jeffrey Mily ku li nêzwe doza Kurd dişopîne û her wusa helbet Zanîngeha Cambridge bi rêka Mamoste Koçer Bîrkar jî bi navudeng e. Ew yek jî bêjim ku em di wî programê de bi her dû şêwezarên Kurdî, Kurdî ya Soranî u Kurdî ya Kurmancî dipeyvin. Rêzdar Dîrîk Kurdiya Kurmancî baştir dizane. Tu gelek bi xêr hatî.
Dilar Dîrîk: Gelek sipas, zor xoşhalim...
Qazî: Gelek sipas ji we re jî, min bi kurtî hinek behs kir û got ku te dokturaya civaknasî heye. Berê ku ez pirs bikim dibe ku baştir be te jî xwe bidî nasandin.
Dîrîk: Gelek sipas. Di despêkê de ez dixwazim sipasiya xwe îfade bikim . Gelêk sipas ez pir keyfxweşim û silavên germ ji hemû temaşawanên hêja re jî. Navê min Dilar e ez Kurdekim li Bakûrê Kurdistanê me. Li Welêt hatime dinê, lê li Ewrupayê mezin bûme û ta niha min zanista siyasî u civaknasî xwendîye û par u îsal min dokturaya xwe qedand û niha jî lêkolîna min berdewam e û her weha ez endama Boroya Aştî ya Jinên Kurd, Cênî li Düsseldorf li Almaniyame jî.
Qazî: Unwanê têza we: konsêptên  Dijber li ser Azadî: Siyaseta Kurdî di nav “ Kirne jinêmalê  “  u “ Jinên têkoşer “ de ye. Berê ku em biçin ser naveroka têzê, ez dixwazim li alîyê mêtodolojî biprsim, tu bi çi awayî li ser wê têzê xebitî?
Dîrîk: Dema ku mirov dixwaze behsa rê u rêbaza  civaknasî bike gerek fehim bike ku gelek rexne hatine kirin li ser rêbazên ku heta niha wek meşru tên dîtin. Û ji bo min jî ew rexne dayîn pir muhim bû ji bo lêkolîna xwe. Di despêkê de gerek bêjim di pêvajoya lêkolîna xwe de, yanî salên 2014 û 2015 bi taybet, dema ku ez li Kurdistanê bûm, pêvajoyek ne normal hebû. Em dikarin bêjin hem şer hebû, hem şerek pir dijwar li dijî jinan hebû, ji ber wê yekê min nikarîbû rê û rêbaza lêkolîna xwe ji wê pêvajoyê qût bikim. Derfetek wusa tunebû ji ber ku pêvajoyek pir hişk bû, ji ber wê yekê, her weha wextek mirov dixwaze tevgerek wek Tevgera Azadî ya Kurdistanê, bi taybet ya derdora fikr û ramanên birêz Ebdulla Ocalan bikole gerek mirov bikeve nav wê û bizanibe ku ew hereket bixwe sîstema civaknasî ya pergalê jî rexne dike. Mesela xebata jinolojiya hereketa jinan jî rexneya zanistên deşilatdar û bawiksalarî yanî patriyarkal û pozîvîstî dike, yanî ew jî bandora xwe kiriye li ser rê û rêbaz û mêtodolojî ya lêkolînê. Wek min got wek jinek Kurd jî min nekarîbû bi şeklekî objêktîv lêkolîna xwe bikim, ji ber ku wexta ku ez li Kurdistanê bûm, fermana Şengalê qewmiya, şerê Kobanê hebû, ji ber wê mirov nidikarî xwe li lêkolîna xwe qût bike, bi taybet wek jinek Kurd.

Qazî: dema ku tu dibêjî li Kurdistanê bûy, mebesta te sê beşên Kurdistanê ye?
Dîrîk: Erê, ez çûm Bakûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê. Ez çûbûm Qendîl û Xinêrê jî, û ez hinek li Şengalê jî mame. Lêkolîna min bi wê şeklî bû, ez ketim nav sazî û rêxistin û tevgerên ku li wêderê ji bo mafên jinan têdikoşin û ji bo şorişa jinê dixebitin. Ji bo min pir girîng bû ku perspêktîva wan tevgeran têbigêjim, ji ber ku gelek akadêmîstên fêmînîst wê tiştê rexne kirin e. Wextek mirov dixwaze bi şeklek fêmînîst lêkolîna xwe bike gerek bi çavek cuda karê xwe bike.
Qazî: Em dizanin ku rêbaz û mekteba cuda ya fêmênîstî hene. Te wî karî  bi pêrspêktîva Marksîzmê fêmînîstî  meşand?


Dîrîk: Hem Marksîst, hem fêmînîstên post kolonyal. Ewên ku bi taybetî bêedaletî ya êpêstêmolojîk jî rexne kirine. Ji ber wê wek princîpeke fêmînîst min ji xwe re got ez naxwazim mexdûrîyetên jinê binivîsim, min zêdetir li ser berxwedana wan, li ser têkoşîna wan sekinîm ji ber ku ber biçav bû, wê demê hem şîdet gelêk bû, lê her weha jinan pir têkoşîn  jî dikirin li dijî wê şîdetê . Û wek din wextek ku ez li çîyayê Kurdistanê jî bûm, min bi gerîlayên ku li ser Jinolojî desekinin û wê xebatê dimeşînin, min pêrspêktîvê wan jî girt. Yanî mirov çava dikarê bi şeklekî jînolojîk, be awayek cuda û altirnatîv lêkolînê bike. Wek min got mirov nikare mijara lêkolîna xwe wek objeyek bibîne wusa nabe ji ber ku heta niha hemû xapandinên civaknasî, heta niha ji wê sedemê der dikevin.

Qazî: dixwazim livir tiştekî ji bo agahî ya temaşawanan behis bikî, te ew informasyon li ser kasêtê qeyd dikirin an çawa bû?
Dîrîk: Ez çûm cem wan tevgeran.
Qazî: Mebsta min têknîka lêkolînê ye.
Dîrîk: Hevdîtin bû, min hevdîtinan qeyd dikirin, yanî lêkolînek êtnografîk. Yanî ne tenê temaşa kirin, ne tenê hatin û çûyîn û hevdîtin li dar xistin. Min 120 hevdîtin qeyd kirin, bi jinên cuda- cuda re axivîm, lê her weha min xwast bibim parçeyek li tiştên ku min dît. Ez her cêyek çûm bûm perçeyek li wê jiyanê jî.
Qazî: Yanî zanyarîderên te ji bo xebata te vekirî bûn? Yanî jinên ku te bi wan re axêvî ?
Dîrîk: Ewe normale, car-car astengî jî hebûn. Ji ber ku wek min got di wê demê de şer hebû. Mudaxeleyên hukûmetan hebûn. Lê her kes vekirî bû, ez dixwazim sipasiya hemû wan jinan bikim ku derîyê dilên xwe ji min re vekirin. U silavên xwe ji wan re dişînim.
Qazî: niha em werin ser alîyê têorîk, çunke ew têza te pir girîng e û gerek mirov pir li ser bisekinê. Me bi kinayî behsa Marksîzmê fêmînîstî kir. Qaliba têorîk ya lêkolîna te çawa bû? Bo mînak te behsa civata patriyarkal an bavmeznî dikî an bawik salarî ku bêjeyek Farsî ye. U pêwendîya dewlet û kapîtalîzmê, wa bizanim li alîyê dîrokî re li sê qonax de te behis kirîye. Heke li ser alîyê têorîka têzê biaxevî ez dê keyfxweş bim.
Dîrîk: Yanî argumana sereke ya têza min ewe ku di siyaseta Kurdistan ya îro de  du têgeyiştinên cuda ya azadîyê hene. Yên ku xwe xûya dikin. Têgehştinek girêdayî dewlet netewa bûna Kurdistanê ye, ewê din jî netewa demokratîk an demokrasiya radîkal yanî paradîgmayê birêz Ocalan e. Em dikarin bêjin ew du têgeyiştin zêdetir di alîyê têkoşîna jinan de xwe îfade dikin. Mesela heke em sê serdemên dîrokê temaşa bikin, yek dema dirêj an dirêj mewda yanî longue durre weke Fernand Borrel jî behs dike, merhela duhem jî wê sed salî yanî demek ku netewe-dewlet hate Rohilata Navîn, û dem û rewişa me ya a niha. U di jiyana siyasî ya Kurdistanê de eger em li sê cihan jî temeşe bikin, yek male yanî malbat û malê me ya patriyarkal, yekî din Kurdistan bi giştî, siyaseta Kurdî û sîstima kapîtalîsta cîhanî. Eger ew serdeman û ew sê cêhan bigrin dest em dikarin bêjin du têgehiştinên cuda li ser azadîyê derdikevin. Ew  yek bi taybet li alîyê jin de xwe îfade dike. Di wê debarê de teorîyên fêmînîstên Marksîst jî pir taybet bû, pir balkêş bû ji bo min. Ew dibêjin ji bo cuda kirina rûbera (meydana) taybet û meydana giştî jî dewlet xwe bi sazî dike u çava ku jin mîna milkê însanek din jî tên dîtin, çend xetên siyasî di nav Kurdistanê de û li derveyî wê jî dixwazin  di civakê de jin bikin bi ‘kabana malê’.
Qazî : Bo ku mijar ji bo temaşewanên me ronîtir be tu dikarî behsa her sê serdeman bikî! Dîtin li ser jinan di wan serdeman de û têkilîyên wan bi wan sê cihan re.
Dîrîk: wek min got ji bo min tiştek pir esasî bû ku teorîyên jinên têkoşer ku ew bixwe çê dikin wan bi esas bigrim, mesela wexta mirov bi jinên ku di nav xebatên jinolojî de, yan tevgera jin li der dora Partiya Karkerên Kurdistanê re nîqaş dike xuyaye ku ew ligor paradîgmayê birêz Ebdullah Ocalan dîrok nek mîna tiştek ku berê çêbûye û mirîye pênase dike belkû heke em bixwazin deşilatdarî û zext û zulma îro fehim bikin gerek em vegeren ser koka ava bûna dewletê. Ew jî le Mezopotamiya çêbû û ew demek pênc hezar sale. Em dikarin bêjin ew yek ji alîyê gelêk dîroknasan re jî tê nas kirin, li vêderê guhartinên pir mezin çê bûn. Yanî hem hêraşî çêbû, hem abûrî hat guhartin, hem desthilatdarî xwe bi rêkxistin kir. Û li ser jinan jî kesên weke Carolyn Merchant, Maria Meiss, jinên cuda-cuda hene ...
Qazî: xanimek Îtaliyayî heye...
Dîrîk: Silvia Federici, ew zîdetir li ser kapîtalîzmê disekine, ewqas naçe zemanê dûr. Gerda Lerner jî heye, ew dibêje bo ku em bikaribin sîstema patriyarkal fehim bikin em gerek vegerin kok û destpêka wê. Û di serdema kurt an sed sala bihûrî de, wek Fernand Borrel jî dibêje ...
Qazî: Berî ku em werin serdema sed salê dawî, di dema longue duree de di civakê patriyarkal de, dîtin li hember xweza, li hember jin çava bûye , hinek wan mijaran veke.
Dîrîk: Hêrarşî çêbû, hêrarşî eşkire bû, têbî’î di her civakek de cuda bûn, ferq di nav însanan de hebû wê demê, bi awa kirina dewletê jî nakokîyên pir kûr çê bûn. Loma însanên wek Murray Bookchin - ez dizanim ku Janet Biehl  mêvana we bû u behsa wî kir- dibêjin ne tenê têkilîya jin u mêr, têkilîyên însan û xweza, û çînayetî çêbû. Diyare ewe zêhnîyetek awa dike ku şîdet wek têştek normal tê dîtin. Perçiqandin jî wek tiştek normal tê dîtin. Û her weha bi çê bûna dewletê kombûna aborî jî çêdibe, yanî heke aborî di destê civakê de nebe, di destê sîstimek dabe, arteş jî wusaye, îdêolojî jî, bawerî, yanî her tişt di nawendek de kom dibe, tebî’î ye ku ew xwezayê wê civakê jî digûhere.
Qazî: Başe ewê ku fêmînîstên Marksîst dibêjin ku jin wek cadûkar hatine dîtin, tu belghên dîrokî destên wan de hene ji bo argumêntên xwe?
Dîrîk: Erê, Mesela Silvia Federici ku te jî behis kir û fêmînîstek Îtaliyayî ye dibêje ku bi cuda bûna rûbera giştî û rûbera taybet di pergala kapîtalîzmê de, ew pêvajo bi bikar anîna şîdet li dijî bedena jinê hat ava kirin. Bo ku kapîtalîzm bikarbe her tişt talan bike yê bibe dewlet, û ji bo ku dewlet jî sîstimeka wusa ava bike ku her tişt di bin kontrola wî da be, pêwîst bû ku zanista jinê, aborîya jinê, rola jinê di nav civakê de jî were kuştin. Ji ber wê yekê, anha mesela ez li Ewropa mezin bûm, wexta min ew dîroka şewitandina jinan xwend, wusa behs dikin sankî ol sebebê wî bûye, lê ligel ku ew kiryar pir prîmîtîv bû jî, lê bi zanayî dihat kirin. Û ewên ku xwestin zanistê pozîtîvîzmê piştî çaxa ronak kirinê pêş bixin li Ewropa ew bûn. Yanî kesên ku weke bavê zanistê tên nas kirin mesela Francis Bacon piştgirtî didan wê tiştê, ji ber ku bi bikaranînê şîdet li dijî bedena jinê dixwestin xweza û jiyana xwezayî jî bikujin.
Qazî: Heke niha em werin serdema sed sala dawî, li dûr re werin qonaxa navîn ew çava ye?
Dîrîk: Ew jî dîsa têkiliya wî bi kapîtalîzmê re heye. Ew sed sal bi taybet ji bo gelên Rohilata Navîn gelêk tişt guhartî ye, çunke em dizanin di pêvajoyên cuda-cuda de, yanî ne tenê ji bo Rohilata Navîn, bi giştî, li Ewropa jî wusaye, her kes Ewropa bi hebûna dewletan nas dike. Lê di esas de ne wusaye, ji ber ku Netwe-dewlet bi taybetî xwest xwe li ser bingeha têk birinê ava bike. Wateya wî tiştî çîye, wateya wî ewe ku mesela hemû zimanên ku di nav Feranse de hebûn, pêwîst bû werin kuştin bo ku zimanek tekane çêbikin. Di wî alî de rola ragehandinê gelêk mezin bû. Yanî ji bo ku tenê yek aborî hebe, paşnav didan însanan bo ku bikarîbin wan zêdetir kontrol bikin. Nerîneke wusa ya dewletê ji jor ve heye ku dixwaze hem xweza, hem kolonîyên xwe, yanî kolonîyên Ewropa, hem jî di nav civaka xwe de bi ser jinê de hukim bike, ew jî bi dewlet bûyîn çêdibe. Mesela di pêvajoya wan sed salan de di Rojhilata Navîn de em dikarin bêjin gelek civak di nav xweserî ye de jiyane, yanî nek ewe ku pir azad bûn an nakokîyên wan tunebê, lê bi şeklekî dikarîn bixwe bixwe, bi zimanê xwe, bi çandê xwe xwe îfade bikin. û ji bo jin jî wusa bû. Bi dewlet bûyin, dîsan bi cuda kirina rûbera (meydan) taybet û ya giştî, yanî rûbera gîştî çîye derveyî malê ye, rûbera taybet jî nav malê, yanî dewlet wusa kirîye ku jin tenê bikarê li mal bimîne. Yanî xwe ji aborî, ji civak, ji siyaset, ji her tişt û ji jinên din jî qût bike. Loma avabûna netewe- dewlet jî tiştek wusa kir ku jin zêdetir ketin nav malê û ji ber wê ew Marksîstên fêmînîst jî dema behsa kapîtalîzmê dikin dibêjin ji bo jin wateya wî ew bû ku bikevne nav malê û bibin kabanî û bibin jinên malê.
Qazî: Niha em digêhjin qonqxa niha, ew jî tê wê watayî ew siyasta ku dewlet-netewe kirîye, ew perçeqandin û pêşêl kirina yeksanî ya cînsîyetî pir xûyaye. Em çava dikirin pênaseya  serdema niha bikin piştî digêjine ew çemka te bo têza xwe bi kar anîye? Yanî bi kaban kirina jinan. Housewifisation.
Dîrîk: Yanî îro em dikarin bêjin, bo jinên Kurd rewişek wusa heye, wek me got berxwedanên mezin jî hene û bi giştî mirov dibîne, berê jî, 40-50 sal berê jî , mirov dikarê bêje ku dewlet wusa kir ku her zilam di nav malê xwe de bibe dewletêk bixwe. Analîza tevgera jinên Kurd jî wusaye û ew terîfê dike. Wateya wê tiştê çîye, ewe ku ji ber ku ew rûberek taybet e, kes nabe mudaxeleya malbatê bike, ew jî tê wî manayî ku şîdet normal tê dîtin. Tecawuz û tecîz wek normal tê dîtin, kuştina jinan bi şiklekî sîstimatîk wek fêmînîst em dibêjin, em dibêjin wek normal tê dîtin. Û tiştên ku li Kurdistanê niha tên tecrube kirin, bi rastî girêdayi kolonyalîzmêne, yanî şîdeta dewletê jî bandora xwe dike li ser civakê û ew patriyarkalîsmê ku di nav civakê de bixwe jî heye. Kevneşopî jî bandora xwe heye. Yanî tev wane mirov nikare li hev cuda bigrê dest.
Qazî: Niha em li ser navlênana têza te bipeyvin. Dikarî ew çemk an konsêptê Housewifesation piçekî vekey.
Dîrîk: House wifesation berê programê jî hewil dana me hebû çava bi Kurdî bêjin. Me got kirin bi jinê malê an kabanê malê. Gerek ew tişt baş were fehim kirin, ew ne ji bo piçûk dîtina kareke ku jin di hundurê malê xwe de dike. Ji xwe kapîtalîzm naxwazê ew  kedê ku jin di nav mala xwe de dide wek karek pênase bike. Yanî her dem ew kar, ew ked piçûk dibîne. Lê kirne‘ kabanî’ çîye wek ew marksîstên fêmînîst jî dibêjin, eger tu wek civakek, wek malbatek, wek dewletek wusa bikî ku jin bikarin tenê di nav malê de bijîn yanî elaqeyên wan bi aborî û siyaset û civak û yanî tiştên bûyerên rojane jî nemîne, bi wê terzî civakek anormal awa dibe, dewlet dikarê zulimê li ser hemû civakê bilav bike. Meselen li Kurdistan tiştek wusa hebû, lê ew zelam li gel wê zulmê jî dikare here mala xwe û bibe dewletek. Yanî kirne jinên malê, bi kaban kirin tiştek wusaye. Min çima wê navî bo têz xwe bikar anî, wek min got çava ku jin wek milkê însanek din tê dîtin û hin siyaset û rêbazên siyasî ya Kurdî jî dixwazin civaka xwe bi wî şeklî awa bikin û dasepênin, eynî wê tiştî em dikarin bi giştî bo hemû Kurdistanê bêjin. Eger Kurdistanek bi wê şeklî hebe ku wek kaban bi jinan re reftar bike, yanî bê siyasetek, bê çandek, bê aborîyek û girêdayê mudaxeleya derve be, ew jî dibe bi şeklek li kabantî yê.
Qazî: Mebesta te wek te destnîşan kir piçûk xistina karên jinan di hundurê malê da nîne, lê tê dibêjî ew yek nabe bibe wesîleya esareta wan.
Dîrîk: Wek min got em nabe  tucarî karê nav malê piçûk bibînin, mebesta min ew nîne, lê eger jin tenê li hundurê malê de rolek bilîze ew nabe û nabe ku desteladarên Kurd jî alîgirê civakek wusa bin.

Qazî: Ez gotinên te wilo fehim dikim ku ew argumêntên ku dibêje jin di civaka Kurdî de azad bûye , wan tesbîtan hemû serûbin dibin. Yani ew îdîa ne rastin.
Dîrîk: Eşkereye jinên Kurdên berxwedêr her tim hebûn, lê em nikarin bihêlin hîn kes ku dixawzin bêjin jin ji xwe azadin, azadî ya zîdetir ne pêwîste. Car na car mirov argumana wusa li zilaman dibihîs e. Hereketa jinê Kurd azadî weke têkoşînek pênase dike, nek wek tiştek ku rojek dewleteka me hebe û em bêjin em azadin. Meselen Sakîne Cansiz di nav pirtûka xwe de jî nivîsandîye, azadî girêdayî têkoşînêye, dawîya têkoşîna azadîyê nîne ji xwe. Loma em behsa du têgehîştinên cuda dikin.
Qazî: Nuha digêhijîne ew cihê têza te ku behsa tecruba xwe dikî li Başûrê Kurdistanê behsa rêkxistnên na hukûmî ( NGO) yan dikî û li gor te ew dixwazin nayeksanî ya cendir,( gender inequality) veşêrin, di hember wê de nimûna êmpêrîk ba te heye ku te li Rojavayê Kurdistanê dîtîye. Heke ew jî şîrove bijkî baş dibe.
Dîrîk: Berê wê dixwazim bêjim li her parçey Kurdistanê hewildanên jinên Kurd pir hêjan e û bi qîmetin, lê hin sîstim hene ku nahêlin ew têkoşîn biser kevin. Mesela tiştê ku min li Başûrê Kurdistanê dît, bi taybetî piştî mudaxeleya Amrîka li 2003, gelêk sazî hatine ava kirin nekû hemû xirab bin, lê ew hemû sazîyên wilone ku bi zêhnîyetek Neo-liberal hatine çêkirin, ku em dixwazin wek Amrîka azadî bidin gelê Iraqê, Georg Buş jî wê gotibû. Bi wê şeklî gelêk sazî hatine awa kirin û piranîyê wan jî sazîyên jinanin, lê heke mirov kar û xabatên wan temaşe bike, dibîne hemû projeyên cuda cudane û yan girêdayê hikumetin an di destê hizbên siyasî da ne û her dem asteng çêdikin ku jin bixwe li ser erdê di civakê de guhartinên mezintir çê bikin. Yanî ew projane hinek li ser şîdet bi dijî jinan desekinin lê guhartinek radîkal naxwazin. Ew sîstima NGO jî eynî mîna dewletê li civak dinêre, ji ber wê ez dikarim bêjim ew tişt ku bala min kişand gelek jinên Başûrê Kurdistanê ku di nav wan NGO yan de kar dikin xwe ji civaka xwe cuda dibînin.
Qazî: Mebesta te ewe ku bi wan jinan re ku dixwazin li daxwazên wan xwedî derkevin, piştgirtî bidin wan, piştîvanî ya wan bikin, bi wan re hewil nadin bo çareser kirina pirsgirkan, belkû mîna rizgarkerên wan tev digerin.


Dîrîk: Raste. Ew jî li ber çîye, nêrîna modernîtî ye. Qaşo Kurdistanek modern, Kurdistanek pêşketî mecbûre wek wan saziyên NGO, wek sîstima navneteweyî bixebite. Lê em dibînin ku ew yek nikare di civakê de zêde tişt biguhore, bi taybetî ji ber ku ew sîstim dîsa sîstema kapîtalîzme ku zulim dike li wan însanan û abûrîyê wan li destên wan der tîne, nikarin guhartinek radîkal çêkin mîna ku em li Rojavayê Kurdistanê dibînin.
Qazî: Ewê ku tu di pratîk de li Rojavayê Kurdistanê dîtîye, bi taybetî têkildarî xebat ji bo yeksaniya cenderî yanî yeksanîya cînsîyetî çawaye, hem jî dîtina êmprîka te, diyare te bi sempatîyeve li wê dinêrî, lê bi giştî wê yekê çava dibînî? Li gor dîtina te jin li wêderê di erka xwe de çende serkeftî  bûne?
Dîrîk: Li Rojavayê Kurdistanê, paradîgma ku niha li wê derê tê awa kirin, ew sîstem; xweseriya demokratîk, azadî û têkoşîna jinê wek prensîpek dibîne û wekhevîya cinsîyetan. Loma her çiqasî ku jin bikaribe xwe azad bike demokrasiya civakê jî pêşvediçe. Li ser erdê ava kirina koopratîvan, ava kirina komûnan, yanî mêkanîzmên cuda-cuda tên ava kirin ji bo ku jin bikarin bixwe xwe nas bikin û xo îfade bikin, xwe biparêzin, aborîya xwe ava bikin û bi şeklê xwe bikarin bêjin azadî ji bo me ewe. Neku terîfek ji derve re were, Tebî’î ew pêvajoyek pir girane. Em behsa sîstimeka pir kûr dikin. Mirov nikare bêje heft sal derbaz bûye û niha her tişt baş e. Na gelek zehmetî hene, ji ber wê bi wan jinan re ku min hevdîtin çêkir her tim digotin: me nû dest pêkirîye.  Guhartin hêdî-hêdî çê dibe, bi perwerde, bi rola ragehandinê jinê ya xweser. Gelek tiştên wusa jî hene. Wek min got li Başûrê Kurdistanê jî dikarin bibînin; lêgerînên pir mezin hene, hem di têkoşîna jinan de, lê sîstimek serdest e ku nahêle jinan guhartinên radîkal bikin.
Qazî: Ew astengî ku li hember tevgera jinan li Rojava heye, ew astengîyên mezin çin e?
Dîrîk: Astengîyên herî mezin bawer dikim zêhnîyet e. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê belkû li hemû beşên Kurdistanê û li hemû cîhanê jî şîdetek ku wek şîdetê herî normal tê dîtin şîdet li dijî jinê ye. Çandê Ewropa jî wusaye, eger em temaşey fîlman bikin û di ragehandin de jî şîdet û zulim li dijî jinê wek tiştek normal û pir xwezayî tê dîtin. Loma di wî rewişê de bi taybet em behsa civakek dikin ku hatîye asîmîle kirin, bûye qurbanîyê şerê û ewqas zulim dîtîye li jêr hukma rêjîma Surîye de, loma di civakê de jî reha şîdetê kûr e. Min dît ku giranî didin perwerde û guhartina zêhnîyet û hêz dane jinê. Mesela tiştek balkêş ferq di nav wan du sîstiman de ewe ku, li Başîrê Kurdistanê ew sîstim ku min behs kir dixwaze ku hikûmet an qanûn an sazîyên dervey Kurdistanê guhartin çêbikin. Yanî pêşeroj û qederê jinê despêre dervey wan, lê li Rojava baweriyek bi sîstima derve an çavlirêbûna zilaman û ji dewletan nîne. Eger jin bixwaze guhartinek çêke gerek bi hêza xwe çêke.
Qazî: yanî li gor te ew bawarî bi hêza xwe di nav jinan de bi temamî çê bûye? Ya tenê proseyeke ku dest pê kirîye?
Dîrîk: Ewe proseyeke, pêvajoyek e. Wekî berê jî min got gelek jin hene ku berê perwerde nedîtine an derfeta wan nebûye ku li dervey malê kar bikin, niha gelek derfet ji wan re çêbûne, ne tenê bi qanûnan, gelek sazî hatine awa kirin û helbet têkoşîna YPJ jî pir rolek mezin lîstîye ku civak dikare bibîne ku jinên Kurd dikarin her tiştî bikin. Ew şer li dijî Daeşê, yanî Daêş şîdet bi dijî jinê wek sîlahek bi kar dîne û bi taybet berxwedana jinan bi dijî Daêşê bandora xwe kirîye li ser civakê, li ber wê em dikarin bêjin ku her jin niha yek bi yek dibîne ku qedera wê ne ewe ku bibe objeyê şîdetê. Şîdet dijî jinan li qedera wan nehatîye nivîsandin.
Qazî: Başe, empowerment, yanî hêzdan bi jinan, ku jin li xwe xwedî derkevin bi çi şiklî dimeşe? Tu behsa perwerde kir, lê ew yek çawa dimeşe? Hem li alîyê jinan bi xwe re û hem li alîyê tevger bi giştî ku bi coreyek fêmînîstî ye.
Dîrîk: Gelek ked heye, keda gelek însanan heye, ew tişt sebir jî dixwaz e, li derevey perwerde rola ragehandinê jî gelek mezin e. Ragehandina xweser mesela dibêje em dixwazin nêrîna civakê bigûherin, yanî xebatek taybet li ser wê tiştê heye. Di nav komûnan de komûnên xweser hene ku jinên ciyawaz di nav wan de bixwe dikarin çareserî bo pirsgirkên ku tên jiyan kirin peyde bikin, yanî dema ku bûyerek wek şîdet çêdibe. Anha jinên Rojavayê Kurdistanê gihane astek ku dizanin hêzek heye, hêza xweserî ya jinê livir, dixwazin sîstimek ava bikin yanî sîstima xweserî ya jinê. Yanî ne tenê sazî û hereketek heye belkû sîstimek jî ava bûye.
Qazî: ew empowerment( bihêz kirin) bi çi awayî dimeşe?
Dîrîk: Di alîyê siyasî de, civakî de, di alîye aborî jî de. Mesela kooperativên xweser jî hene.
Qazî: Ew sîstima hevserokatî ku heye real e? Yanî ew zilamê ku di wê sîstimî de cîh digire qebûl dike ku jinek pêwîste mîna wî biryar bi dest be?
Dîrîk: teqez zilamên wusa jî hene ku qebûl nakin, wek min got guhartina zêhnîyetê pêwîst e, lê mêkanîzmên mîna qanûnê jinê, yan hevserokatî û berê kota jî hebû, tiştên wusa wek mêkanîzm em dikarin bêjin hene, lê bo ku ew tenê wekû sembol nemînin guhartinek kûrtir gerek e.
Qazî: Dema me pir nemaye, 6-7 deqîqe wextê me maye, te di têza xwe de dibêjî ku te di musetî salêk de karê êtnografî ya kûr li Kurdistanê çêkirîye û di rastî de te dokumêntansyonek berhev kirîye yanî gelek data û dane topî serhev kirîye û ewe dikara konsêpta bi siyasî bûna jinan pêşber bike. Li gor dîtina te têza te di çê kirina guhartinan de tu rol dilîze? Wek derencama têza te.


Dîrîk: Ji bo wê tiştî ez dikerim bêjim bi rastî min bi çavên xwe dît dema ku jinên Ezîdî meclîsa xwe ava kirin, an dema sazîyên cuda-cuda ya xwe ava kirin. Min bi çavên xwe dît ku jin ji dêmokrasiya rast bi rast an radîkal dê zêdetir hêz digrin, çunke ew dibînin ku bi îradeya xwe bandorek çava dikarin bihêlin li ser civaka xwe. Mirov dibêne ku sîstima NGO an dewletî nahêle ku guhartinên radîkaltir çêbin, loma conclusion, derencama têza min ewe ku tenê bi guhartina zêhnî, guhartin mumkin e, loma xebata jinolojî ewqasî bi qîmet e birastî. Ji ber ku Jinolojî fehim dike û dibîne ku çiqas girînge ku berî her tiştî gerek nêrîna civakê were guhartin. Em nikarin wek dewlet civaka xwe tehlîl bikin. NGO bûn tam wusaye ji ber kû nahêle guhartin çê bibe û di wî alî de ez dikarim bêjim berxwedana jinên Kurd hin berdewame, me di têkoşîna Leyla Guven jî de dît, ku dema teorî û pratîk bibin yek, wî demê serkeftin garantî dibe
Qazî: Tu pilana te heye ku têza xwe wek kitêb biweşînî?
Dîrîk: Erê, hîvîdarim sala 2020 mîna kitêb derkeve û wek din di wê pirtûkê de çîrokên cuda-cuda jî hebin, di alîyê pratîk de, zêde ne teorîk be, wusa parvekirna wê pêvajoyê û wê têkoşîna jinê. Ragehandina Ewropî mesela bi taybetî her tim dixwaze behsa mexdûrîyeta jinan bike, ew jî ji nêrîna wan a orientalist tê. Loma Em jinên Kurd, ne tenê bi lêkolîna min niha gelek jin hene dixwazin dîroka xwe bixwe ava bikin. Ew tişt helbet bi şeklek kolêktîv çê dibe.
Qazî: Niha ku te dukturayê xwe qezenc kirîye plana te çîye? Bi taybetî di warê akadêmîk de planê te çîye?
Dîrîk: Piştî hawînê ez dest bi karêk din dikim, ez lêkolîna xwe berdewam dikim. Ez dixwazim zêdetir li ser xoseriya dêmokratîk di nav kampên penaberên Kurdistanê de bixebitim. Û her wusa li ser lêgerîna edaletê li alîyê jinên Kurd piştî Daeşê jî.
Qazî: Dizanî niha li welatên Ewropayî jî hinek pirsgirk çêbûne piştî şikanê Daêşê. Rewişên ew jinên ku bi Daêş re bûne an esîra Daêş bûn û niha di kempan dane. Coreyek tevlehî heye, gelo wana tênin welatên xwe an çava dibe. Wê yekê çawa dibînî?
Dîrîk: Ew tiştek pir balkêşe çunke Ewropa naxwaze rola xwe qebûl bike, rola Ewropa hebû, ne tenê di wê şerî de, belkû rola Ewropa ji bo pêşkeftina îdeolojiya wusa jî heye, piştgirtî kirina welatên weke Tirkiya, Erebistana Su’udî û karên wusa. Ji ber wê yekê niha naxwazin hemwilatîyên xwe ku bibûn çete bînin welatê xwe. Dîsan ew jî li ser bingeha orietalismê ye. Em dikarin wusa bêjin . Dixwazin bêjin ew kevneşopî, ew paşketî bûn ya Rojhilata Navîn e, em naxwazin wan qebûl bikin. Ew helwestek şaşe gerek were rexne kirin.
Qazî: Ew pirsgirk di nav derdora fêmînîstî de çawa tê munaqişe kirin?
Dîrîk: Tiştê balkêş ewe ku zêde naye munaqişe kirin. Kes naxwazê xwe nizîkê wê mijarî bike. Niha gelek hêriş tê kirin bo ser ola Îslamî, rastîyek wusa heye, nexwazin berxwedana wan jinan jî ku li hember wê îdeolojî yê şer kirin qebûl bikin, naxwazin qebûl bikin ku rewşek wusa jî heye. Gerek wek fêmînîst em zêdetir tehlîl bikin ew îdeolojî çawa çê dibin û çava bi kapîlatîzmê re jî hatine girêdan.
Qazî: gelek sipas Dr. Dîrîk, pir sipas ji bo beşdarîya te. Serketin ji te re dixwazim di hemû alîyên xebatê de.
Dîrîk: Ez jî  sipasiya te dikim.
Qazî: Bîneranî xoşewîst, bem şêweye degeyne kotayî RAWÊJî emcareşman. Takû Rawêjêkî dîke lay êweman xoş.

Not: Ew hevpeyvîn îvara Yekşem 02.06.2019 bi awayek zîndî di têlêvîzyona Stêrk de hatîye weşandin. Bo dîtina vîdêo ya programê dikarin serî li rûpera Rawêj li Facebook bidin an kanala Rawêj di Youtube de temaşe bikin.






No comments: