Hevpeyvîn bi Jan Fermon re, Sekretêrê Giştî ya Komela Navneteweyî ya Parêzerên Dêmokrat u serokê tîma parêzerên siyastemedarên Kurd di dadgehên Beljîkayê de
Hevpeyvîn bi Jan Fermon re, Sekretêrê Giştî ya Komela Navneteweyî ya Parêzerên Dêmokrat u serokê tîma parêzerên siyastemedarên Kurd di dadgehên Beljîkayê de
Hesen Qazî : Bi
giştî di nav Kurdan de meylek wisa heye ku bi kesek re ku deng dikin, dixwazin
li ser jiyana şexsî ya wê/wî jî zêdetir bizanin, helbet ez naxwazim hûn jiyana
şexsî ya xwe behs bikin, lê bi kinayî bêjin hûn kîne!
Jan Fermon
: Eve pirsyarek baş e. Ez çalakvaneke
kevnim di tevgerên pêşketî ya civakî de û ji sala 1989 û vir de weke parêzerek
dixebitim. Min her tim hewil daye ku çalakiyên pîşeyî yên xwe bi rêyek erênî bi
kar bînim, helbet ji bo xizmet bi dozên edalet, mafên gelan u dozên mafên
mirovî. Bi vî rengî bû ku ez rastî dozên wilo hatim ku gelê Kurd elaqedar dikin.
Qazî: Bi giştî
hûn di pîşeya xwe de li ser dozên tawankariyê xebitîn e?
Fermon : Belê ez li
ser dozên tawankariyê xebitîme, lê di warê din de jî min xebat kiriye. Li ser
mafên mirovan.
Qazi : We li ser Cênosîd jî kar kiriye?
Qazi : We li ser Cênosîd jî kar kiriye?
Fermon: Li Beljîka’yê li ser dosyeyên girêdayî
Ruwanda mijûl bûm e. Ez di pir waran de çalak bûm di derbarê mafên mirovan a
navneteweyî de. Wek mînak li Beljîka’yê min li ser dozên girêdayî sûçên şer xibitîm
e, herwiha tawanên din a navneteweyî jî.
Qazî : Em dizanin
Hefte ya berê di roja Sêşemî 28êde [ 2020.01.28] dadgeha herî bilind ya Beljîka
yê biryarek da ku li gor wî biryarî ew kesayetî û têkoşerên siyasî yên Kurd Ku hatibûn tawanbar kirin bi
terorîzmê,bê sûç hatin dîtin. Berî her
tiştî ez dixwazim ji bo temaşevanên me behis bikî gelo sîstema dadwerî li Beljîkayê
çawa kar dike?
Fermon: Ez dê hewil bidim li ser vê yekê bi kurtî
salox bidim. Lewma ew gelekî aloze. Di dozeke
tawankariyê de ji aliyê dozger ve lêgerînek tê destpêkirin. Di ew dosiye
ya han de herwisa bû. Piştre dozgerê federal ji dadwerekî ku karê lêgerînê dike
dixwaze ku lêpirsînek dest pê bike . Dadwer a lêgerînê di rastî de polîseke payebilind
e ku lêgerînê bi rêve dibe. Gava dadwer ê lêgerînê biryar bide an bigîje wî
encamî ku lêgerîn temam e, ew dosiye ya xwe dîsa ji bo dozgerê dişîn e. Piştre dozger dosiye dixe berdestê dadgehek destêpêkê. Dadgehê
destpêkê biryar dide; gelo dadgehek were li dar xistin an na? Em di hefe ya borî de di pêvajoya dawîn de bûn, ku dadgeha temîz ya
Brukselê di meha 3 ya sala borî de biryar da ku tu dozek nîne derheqê
ew 40 ferdên Kurd û 2 şîrketan, ango şîrketên medyayî. Lewma di meha adar
a sala 2019’an de dadgeha temîz a Bruksel’ê
biryar da Ku tu doz tuneye yanî tu
mehkeme naye li dar xistin û dadgeha bilind jî ew dîtinê han pejirand. Biryar di
meha adar a sala 2019’an de hat dayîn û niha dadgeha bilind di 28’ê meha çileyê
sala 2020’an de biryar da ew biryarê ku
hatibû dayîn,biryarek rastbûye û hukma wî dimeşe.
Qazî: Ez şaş nebim
dadgeha bilind berê jî ew dosye ya han li ber çavan derbaz kiribû.
Fermon : Belê pêşîneyeke wî dosye yî heye. Di rastî de
lêgerîn di sala 2015’an de bi dawî hat.
Wek min berî jî got;dozger gerek dozê bibe pêş dadgeha destpêkê, ji bo ku bizanibe
an bixwaze ku li ser pêkanîna mehkemeyekê
biryar bê dayîn. Di sala 2016’an de dadgeha destpêkê biryar da ku tu doz
nîne ku hewce be dadgeh jê re were li dar xistin. Sedem ew bû ku ew îddîayên ku
derheqê wan kesan hatibûn kirin, tu elaqe ya wan bi terorîzmê re nîne, xebata
gelê Kurd u xebata PKK di rastî de dozeke çekdarî ya na- navneteweyî ye ku
zagona terorîzmê li ser wî naye tetbîq kirin. Evya yekem biryar bû di sala 2016’an
de. Dozger û dewleta Tirk – Ji ber ku Tirkiye aliyeke pêvajo yê bû -li dijî wî
biryarî daxwaza temîzê kirin û piştî yekemîn biryara degeha temîzê de - ku heke ez şaş nebim di sala
2017’an de hat dayîn- dozger u dewleta Tirk dîsa daxwaza temîzê kirin li cem dadgeha bilind, ku biryara
yekem hilweşand. Lêbelê dosye carek din
çû cem dadgeha temîzê, di rastî de 3 caran biryarên her 3 dadgehan, ya dadgeha despêkê, yekem biryara dedgeha temîzê û dûyem biryara
dadgeha temîzê ku di dawî de ewe dimeşe,
her 3 eynî tiştî dibêjin Ku eve kêşeyeke çekdarî ya na-navneteweyî ye ku tê wê
manayê ku zagona şer li ser tê tetbîq kirin, nekû zagona dijî terorîzmê. Lewma
nabe ku PKK wek rêkxistinek têrorîst were hesibandin di wî çarçoveyî de.
Qazî : Niha heke
em werin ser ew konsêpta faktora nadewletî di kêşeyek çekdarî de,em dizanin ku li gor zagona
navneteweyî ya mirovdostane, çarçove yên diyar hene ji bo wê yekê. Lewma
mijarek balkêşe ku mirov pêşîneya dîrokî ya wî bizanibe. Cenabê te di
konferansek navneteweyî de ku li parlementa Ewrûpa hat li dar xistin, di
axaftina xwe de got ku ew yek ji aliyê dîrokî ve digîje u dizivre serdema şerê dûyem
ya cîhanî. Ez dixwazim hûn wê zaniyariyê piçekî zêdetir behis bikin.
Fermon: Teqez tu rast
dibêjî. Evya mijareke pir girîng e. Ta serdema şerê dûyem a cîhanê li gor zagonê
her core kiryarek li dijî dewletê wek kiryareke
tawankarane dihat hesibandin. Lewma dagirkerên Nazî li hemû Ewrûpa’yê têkoşerên
berxwedanê weke terorîst dihesibandin. Lewma di xebata dijî kolonyalîzmî jî de
berî şerê dûyemîn a cîhanê hemû tevgerên dijî kolonyalîzmê weke tawanakarên
asayî an têrorîst dihatin hesibandin. Helbet ji ber rolek ku tevgera berxwedanê
leyîst di şerê dûyem a cîhanê de, û piştre ew dewrên ku tevgerên dijî kolonyal
leyîstin di xebat û şerên dijî kolanyalî de, eve pir dijwartir bû, ji ber ku
berxwedan nîşan da ku dikar kirina şîddet li dijî dewletê dibe ku meşru be û tevgera dijî kolonyalî bi hûrî wê yekê nîşan da. Lewma gav
bi gav di zagona navneteweyî de hizra ku aktoreke nadewletî bibe bi aktoreke
rewa di kêşeyeke navxweyî de , kêşeyek nek di navbera dewletan de , belkû di
navbera grûpeke nadewletî û dewletek de,
dikare xwedî meşrûiyet be. Bi wî terhî
bû ku peymana Jênêv’ê zêdetir pêşde çû. Protokoleke dûhem li peymannama Jênêv’ê hat zêde kirin
ku bi awayek eşkere behsa rewşeke
wisa dike. Di rastî de şer li dijî terorê
carek din ew paradîgmayê guherand. Şerê dijî terorê di rastî de gavek ber bi
paşve avêt û zîvriya serdemê berê ku her
core kiryarek li dijî dewletê wek
kirdeweyek tawankarî tê hesibandin. Û
kirdeweyên meşru li dijî dewletê êdî nemaye li gor perspektîva qanûnî. Dadgeha Bruksel’ê Ku li gor dîtina min pir girînge, tenanet li derveyî
mijara Kurdan jî, di rastî de dadgeh carek din zagona navneteveyî vedijîne ku piştî tevgera berxwedanê û tevgera dijî kolonyalî hebû. Ew dibêje li xwe miqate bin çimkî cudahiyek
heye di navbera terorîzm û şerê
navxweyî di navbera dewlet û parek ji
akinciyan de ku dikare bi temamî meşru
be û nabe ku weke kiryara terorîstî were
hesibandin. Lewma ez di vê baweriyê de me ku ew dîrok girîng e û ew biryarê ku
dadgeh da bi corek dîsa hukma zagona
navneteweyî dadimezrîne bi rêyeka durust u deqîq.
Qazî : Gelo qerarek wisa dibe sebeba tetbîq kirina wî di
warê navneteweyî de?
Fermon: Erê, ez di vê
baweriyî de me gerek bandor bike. Gelo dibe an nabe evya girêdayî
pir faktorên cudaye. Wek te dizanî di şerê dijî terorê de Dewletên Yekbûyî serkêşî kir û teqrîben hemû welatên Ewrûpa’yî û
tenanet welatên din jî hemû mentiq u lojîka Dewletên Yekbûyî şopandin.
Ez nizanim çend ji wan niha gavek paş davêjin. Her nebe nîşaneyeka pir baş
e ku dadgehek li Ewrûpa ew pirsa hanê
carek din anî holê ku gerek cudahî were danîn
di navbera kiryara terorîstî û şîddeta nexwestî li dijî kesên medenî ji alîyekî
u bi kar anîna zorê li dijî dewletê di çarçove ya kêşeyeke berdewam de ku beşek
li rûnîştwanan di kêşeyê de ne bi dewletê re.
Qazî: Berî wê
biryarê dawî jî hinek referens hebû li ser wê pirsgirêkê . Biryara Dîwana Edalet a Ewrûpayê
tê bîra min.
Fermon: Belê , di wê biryarê de ku Dîwana Edalet a
Ewrupa’yê da
derheqê derxistina PKK ji lîsta terorê,
di rastî de ew mijarek cudaye. Ji lîst
derxistin qerarek siyasiye û qerara dadwerekî nîne, lêbelê PKK gazin kir li cem
Dîwana Edalet a Ewrûpa’yê, ku dezgeheke dadwerî ye ku
dikare Yekîtiya Ewrûpa ceza bike.
Qazî: Coreyek dadgeha îdarî ye?
Qazî: Coreyek dadgeha îdarî ye?
Fermon: Raste, coreyek dadgeha îdarî ye, di rastî de dadgeheke ku hemwelatiyên Ewrûpa an kesên ku hemwelatiyên
Ewrûpa jî nebin, dikarin
derheqê her qanuneke Yekîtiya Ewrûpa ku bandoreke neyînî li ser wan dike li cem
dadwerê wê dîwanê gazin bikin.
Helbet ketina nav lîsteya terorê
û dest danîn ser saman û pere ku pê re girêdayî ye, bandoreke nerînî dike ser
rêkxistin anjî ferdên
ku di lîsteye de cîh digrin, lewma
ew rêkxistin an ferd dikare ji Dîwana Edalet a Ewrûpa’yê bixwaze li Lugzamburg’ê ku li dosya binêre
û qerar bide ku ew biryar ku hatiye dayîn biryarek nêgatîv e an na. Ewe tişteke ku PKK kir û di meha Mijdara sala
2018’an de PKK biryarek erênî wergirt.
Mixabin Yeketiya Ewrûpa di cîh de piştî wî qerarî dîsa navê PKK xist lîsteyê.
Piştî ku dîwana edaletê hemû qerarên berê hilweşand û dîsa PKK ket nav lîste yê
û niha carek din gerek qerar li ser were
dayîn. Di qerera dîwana edaletê de îşare
tê kirin bi qerara dadgeha Beljîka’yê, biryarê berê , biryara yekem, lêbelê her çiqas jî ku biryar, biryara dawî nebû, hêj di bin berçav derbaz kirina
dadgeha bilind de bû, referensek kêm hatiye kirin bo ser wê.
Qazî : Bo ku baş
zelal be gerek mirov bêje; wana dû
tiştên ji hev cudane û rasterast girêdayî hevdû nîne. Mebesta min ewe ku Dîwana
Edelat a Ewrûpa’yê tu
disthilata wî nîne li ser dadgeha Beljîka’yê .
Fermon: teqez tu
dishilata wî li ser dadgeha Beljîka’yê nîne. Qerara Dadgeha Beljîka’yê, qerarek
teqezû dawî ye û desgeheke din a navneteweyî nîne ku disthilata wî a dadwerî li
ser hukma wî dadgehî hebe. Qerara dadgehê ku dibêje PKK ne rêkxisneke terorîstî
ye , lewma ew ferd an rêkxistinên ku hatine tawanbar kirin bi propaganda kirinê, kom kirina alîkariya aborî û xelk kişandin bo
nav PKK – çimkî di rastî de ewana tawanbarkirina konkirêt bûn - di rastî de dadgeh dibêje; mirov nikare kes ber bi rêkxistnek terorîst
bikşîne, lêbelê ji ber ku PKK rekxisnek ne terorîst e , evya ne tawankariye ku
mirov jê re propaganda bike, an jî alîkarî
jê re kom bike.
Qazî : Berê ku em vegerin ser aliyê dîrokî ya vî dosye yî,
ez dixwazim fêr bibim gelo tu îmkan heye ku tawanbar kirineke wilo dîsa dûbare bibe an were jiyandin? Di rewşêk de ku
dadgeh bi wî şeklî biryar daye.
Fermon: Di prensîp de evya mumkine , çimkî doza tawankariyê
hemîşe li ser ferdeke taybet an kirdeweyek taybet e. Lêbelê ez di wî bawerî yê
de me; bi wî qerarî ku hatiye dayîn, gelek dijware ji bo dozger ku carek din wî
dozî zîndî bike û bêje em gazin dikin li
cem dadgehê. Çimkî dadgeh bi awayek qetî heman biryarê berê dide. Eşkereye heke di çarçove ya pere kom kirinê de kesek, keseke din mecbûr
bike ku pere bide , helbet dibe ku şopandineke tawankariyê dest pê bike. Lêbelê
bi wî qerarî re êdî ne gengaze ku li ser binghê ku kesek ji bo rêkxistinek
terorîst pere kom dike – ku evya tawankarî ye heke mirov pere kom bike bi
temamî bi awayek normal jî - heta heke mirov
ji bo her quruşek ku distîne meqbûz jî bide, hêj eve tawankarî ye, ji ber ku meqseda wê alîkarî kom kirinê ji bo
rêkxistinek terorîst e. Ez di wî baweriyê de me ku tawanbar kirina wisa niha
êdî temam bûye.
Qazî: Gelo naveroka
zagona dijî têrorîzmê li hemû welatan
mîna hevin?
Fermon: Na, di rastî de piçek jê aloztir e. Bingeha qanûnên dijî terorê bi taybetî li Beljîkayê jî di çarçoveya biryareka
Ewrûpayî daye. Ew çarçoveya biryar dayînê,
standardeke mînîmom datîne ji bo hemû dewletên endam di Yeketîya Ewrupa’yê de, ji bo şer li dijî terorîzmê. Hinek welatên Ewrupa’yê berê jî qanûnên wan yîn dije têrorîstî hebûye, bo
mînak; Firansa, Birîtanya. Ev welatên han qanûnên wan yên dijî têrorê hebû berê.
Beljîka qanûnê wê yê dijî têrorîzmê tunebû, ta sala 2003. Ta sala 2003 Beljîka
bi fênomênên terorîstî re li gor qananûna
tawankarî ya asayî tev digerya. Rêkxistinê tawankar, dema ku kuştinek
têrorîstî diqewmiya, Beljîka ew weke
tawankariyek normal didît. Di sala 2003’an de ji ber biryara çarçoveya Ewrûpayê di rastî de li
ser hemû dewletan hat ferz kirin ku ji xwe re qanûnên dijî terorîzmê çê kin.
lewma Beljîka jî qanûna dijî terorîzmê damezrand. Di rastî de Beljîka peyv bi
peyv çarçova biryara Ewrûpayî kopî kir di qanûna xwe de. Welatên din wek min
got ew jî dixwazin ku standarda mînîmom bi dest bixin bi rêya maddeyên cuda, û
bi rêya maddeyên qanûnî ya cudade. Lêbelê Beljîka her tîştê biryara
Ewrûpayî kopî kir û xiste nav qanûna
neteweyî ya xwe.
Qazî: Gelo ew qanûn dijî têrorê hemîşeyî ye an dibe ku
guhertina qanûnî tê de were kirin?
Fermon: Qanûndaner
hemîşe dikare qanûn biguhere. Parleman dikare qanûn biguhere û di munasebetên
cuda de di 2003’an de, wî
karî kiriye. Coreyên nû yên sûçên terorîstî dest nîşan kiriye û her wisa tadîl
kirina hinek aliyên qanûna despêkê. Belê
îmkan heye ku qanûn were guhertin, eşkereye. Lêbelê li ser ev mijara taybet,
tiştek girîng heye ku mirov bizanibe; ew jî eve ku prensîpa qanûna dijî terorê
li ser kêşeyên çekdarî nayên tetbîq kirin, heke ew kêşe di çarcova welat de be
an nebe, eve prensîpeke ku hem di qanûna Beljîkayê de bi cî bûye, her wisa di despêka çarçova
biryara Ewrûpayî jî de heye, ku hemû welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê girê
dide. Û her wisa ew yek prensîpeke ku di hemû peymannameyên dije têrorîstî de, di
peymannameyên navneteweyî de hatiye
destnîşan kirin. Lewma evya tişteke êgzotîk ya Beljîka’yê nîne, tiştek taybetî nîne ji bo Beljîkayê. Eve prensîpeke
di hemû peymannameyên dije têrorîstî ya
navneteweyî de, bê yek ji wan ew jî peymannameya fînanse kirina terorîzmê ye.
Her wisa di çarçova biryara Ewrûpayî de jî cîh digre. Lewma ew prensîpa hanê
gerek were tetbîq kirin, tenanet heke di zagona neteweyî de jî bi cîh nebûbe.
Lewma di bersiva pirsyarê te de gelo ew
qanûna hanê li hemû welatên Ewrûpayî mîna hevin an na, ez dibêjim; ew prensîpe
ku nabe qanûnê dijî terorêzmê li ser kêşeya çekdarî were tetbîq kirin, dibe bi awayek were bicî kirin, an gerek
bi awayek were tetbîq kirin di dadgehên neteweyî de li hemû welatên endem yên
Yekîtiya Ewrûpa’yê û tenanet
li dervey Ewrûpa’yêjî. Çimkî
ew peymannameyên navneteweyîne ku derweyî Yekîtiya Ewrûpa’yê jî didin ber xwe.
Qazî: Niha heke em werin ser dîroka vî dosyayî. Ez
dixwazim hûn ji serî de serpêhatî û çîroka wî bibêjin heta gihîştin bi wî
qerarî di 28’ê Çile a
îsal de.
Fermon: Te rîwayeta fermî dixwazî an rîwayeta rast?
Qazî: Rîwayeta we bixwe.
Fermon: Ew dosya di serî de bi lêgerînek dest pê kir di meha
adara sala 2009’an de.
Biryarê destpêkê ji aliyê dozgerê federal ve ji bo vekirina lêgerînê, tarîxa wî
adara 2009’an e. Lêbelê
berî wê jî çîrokek heye. Ez di wê baweriyê de me zanîna wî girînge di gehîştin bi ev biryara han de. Di rastî de berî her tiştî di sala 1996’an de, polîs hêriş kir bo ser televîzyoneke Kurdî. Di
wê wextê de tu qanûnê dijî terorê tunebû.Dozek dest pê kir, lewma behane ya
polîs bo karê xwe pere sipî kirin û tawanbar kirina wê saziyê bû. Ew dosya hanê
di destpêka Sed sala nû de tev li hev bû û hat pûç kirin. Li aliyê formal re
heke şaş nebim ta sala 2007an jî 2008 her meşya, lêbelê di rastî de sala 2002
an jî 2003 hatibû hilweşandin. Ez di wê dosya yî de jî beşdar bûm û me keşif
kir ku polîs hinek jî şahîdan şuxlandiye
û me karî wê rastiyê derxin holê û nîşan bidin.
Lewma dosya hilweşiya. Rayedarên Tirk pir xeyidîn bi wî biryar
hilweşandinê. Ew hewil dan zext bikin li rayedarên Beljîka’yê daku dîsa
dozê vekin, tiştek bikin li ser wê. Em dizanin ku rayedarên Tirk dest bi têkilî
danîn bi rayedarên Beljîka’yê re kirin di sala 2005’an de, yanî di demek de ku dosya berê hêj li holê bû, di aliyê fermî de,
lêbelê
di rastî de hilweşiyabû. Rayedarên Tirk dîsa hewil dan ji bo ku peywendî
bi rayedarên Beljîka’yê re bigrin, û xwestin wana mecbûr bikin tiştek bikin. Lêbelê di hewil
dana xwe de pir bi ser neketin. Îcar sefareta Tirkiyê li Beljîka’yê têkilî danî bi sefareta Amerîka’yê û ji wan xwest ku zext bikin ser Beljîka’yê.
Qazî : Ez texmîn dikim hinek belge hene ku dixwazî nîşan bidî.
Fermon: Belê raste. Di rastî de li vir hemû ew dokumentên
Vîkîlîks hene ku wê pêvajoyê bi belge dikin. Sefareta Dewletên Yekbûyî bi
wezareta derve ya Beljîka’yê re têkilî danî û wezareta derve ya
Beljîkayê ji wan re got ew dokumentên ku Tirkan radestî me kirine bo ku
em bikarin dozek vekin, bikêrî tiştekî nayên û di wan de tiştek tune ye. Li vir
azadiya ramanê heye û li gor qanûna Beljîka’yê tu tawankarî nehatiye kirin. Di sala 2006’an
de pêvajoyek dest pê kir û hevdîtin bi Beljîkiyan
re dest pê kir. Rapora wan hevdîtinan hemû di belgeyên Vîkîlîksê de hene.
Dewletên Yekbûyî ya Amerîka’yê li pey hev 3 delegasyona paye
bilind ya xwe şande Beljîka’yê ji bo ku zext
bikin ser Beljîkiyan daku lêgerînek bi ger bixin. Terkîz li ser 2 tiştane,
yekem medya ya Kurdî ya li Beljîka’yê , terkîza sereke li ser wî ye, û terkîza dûyem li ser wan ferd û
kesayetiyane ku di kongra neteweyî ya Kurdistanê de çalak bûn. Di nav wan de
rêzdar Remzî Kartal ku navê wî bi taybetî
hatiye di raporê de. Ew gotûbêj demekî
berdewam dike û Beljîkiyan dibêjin; ew belgeyên ku ji aliyê Tirkan ve
gihîştine destên me, bi kêrê me naye û bi wan re em nikarin tiştek bikin û Amerîkayî
ji wan re dibêjin; em dê alîkariya we bikin daku hûn bikaribin dozê amade bikin. Ew pêvajo nêzî 2 salan dom kir.
Di meha Cotmeha sala 2008’an de – berî hemûyan rêça hatina delegasyoneke bilind ya Tirkiye bo Beljîka’yê heye, lêbelê em nizanin di çi tarîxî de ew hatine
– û di rastî de Beljîkiyan li cem
sefareta Amerîka’yê gazin
dikin ku ew delegasyona Tirk pir hişik bûn û hewil didan ku wan neçar bikin.
Piştre ez bawerim ku sefareta Amerîka rê xwêş kir ku wezîrê karubarê derve yê
Beljîka’yê, wezîrê
navxwe û wezîrê dadê Bêljîka’yê, 3 wezîr biçin Tirkiye di Cotmeha sala 2008’an de. Dozger di çile ya 2009’an de diçe Tirkiye u bi awayek mucîze heman dozger
lêgerînek li dar dixe di Adara sala 2009’an de. Lewma ez di wî baweriyê de me ku her mirovek bi
aqil wan têlgirafan bixwîne dikare zexta Amerîka û helbet zexta Tirkîye li pişt
zexta Amerîka bibîne li ser Beljîka’yê ji bo ku ew doz amade bikin di astek pir bilind de
û bi zexteke herî mezin li ser Beljîkiyan û di rastî de netîceya wê,vekirina
resmî ya lêgerînê bû di meha adara sala 2009’an de. Piştre gava di despêka sala 2010’an de hêriş hat kirin bo ser hinek destgeh û saziyên
Kurdî li Beljîka’yê û di
rastî de hinek berpirsên wan rêkxistinan bo midetek kurt hatin bin çav kirin
û pir zû serbest hatin berdan. Berî ku
mehkeme bê li dar xistin, ji aliye mehkema temîz ve û piştre lêgerîn 10 salan
dom kir, na 10 sal na, di rastî de 5 sal, yanî ta sala 2015 dema ku dadwer got ku niha min hemû zaniyarî kom kiriye û ez dozê radestî dozger dikim ji bo ku bizanin dibe ku dozek vebe an na. Di
heman demî de aliyeke dramatîk a wê dozê derket holê. Di heman demî de wek min
berê ji te re got dewleta Tirk aliyeke medenî yê di wan pêvajoya dadgehê de bû.
Li gor qanûna Beljîkayê kesek ku ji ber tawankariyek sedem bibîne, dikare di dadgeheke tawankariyê de wek alî dewr bibîne,ji
bo ku bikarbe cubrana wê xisar û ziyanê bistîne ku lê ketiye. Di sala 2011’an de dewleta Tirkiye daxwazekae wisa kir û ji wî
tarîxî û şûn de, bû bi aliyek ji pêvajoyê. Wek dizanî di sala 2013’an de tawanbarkirîyê 43’yan ku eşkere bû dibe tawanbarkirî ya 43’yan Fîdan Dogan be, li Parîsê hat kuştin. Ew hat teror
kirin li Parîsê bi destê ajaneke MIT a Tirkiye. Em niha wê yekê dizanin, çimkî
lêgerîn têkiliyê Omer Guney bi MIT re nîşan da bi rêyên cor bi cor û tenanet dozgera
Parîsê jî di rastî de di îddîaname de behsa wê dike ku ew dixwest li dadgehê bîne
holê li Parîsê, heke faîlê wan teroran li Parîsê ne miriba, çend roj berî dest
pê kirina dadgehê. Ku wisa be em di rewşek
de ne ku lêgerînek di bin zexta aliyeke medenî dest pê dike, aliya medenî yek
ji tawanbarkiriyan dikuje, teror dike, ku ba min rewşeke ku nehatiye dîtin di
perspektîva qanûna tawankariyê de. Û
paşmayî ya çîrokê te dizanî çimkî min bi wî re dest pê kir, em pêrgî biryarên cor bi cor yên dadgehan hatin û bi biryara
28’ê çile re temam bû, ku biryara
dadgeha Temîzê dike biryara dawî. Tu
daxwaza din yê temîzê nîne û bi wî biryarî re hemû lêgerîn bi resmî hat girtin.
Qazî: Başe ew hemû
têlgirafên Vîkîlîks li dadgehê di lêpirsîna devkî de hatin pêşkeş kirin?
Fermon: Helbet me
dadgeh li wan tiştan agehdar kir. Gotûbêja sereke di dadgehê de ne li ser wana
bû. Helbet li hawirdora dozê îşare bi
wan hat kirin. Biryara sereke di rastî de li ser wê bû; gelo arîşeya di navbera
Tirkiye û PKK û HPG de, dibe weke kêşeyeke
çekdarane were hesibandin an na û weke encameke wê qanûna navneteweyî ya
mirovdostane, peymanameya Jênêv, qanûnên şer hatine tetbîq kirin an ew kêşe ya
hanê tenê kiryarên şîddet a tekane bûne bi dijî dewletê ku dikare weke têrorîsm
were hesibandin. Lê sedî 99 gengeşe di
dadgeha Temîz de li ser wê mijarî bû.
Qazî: Gelo tevî
wê biryarê tu tezmînata malî didin tawanbarkiriyan?
Fermon: Eve ne tenê
ji bo wan tawanbarkiriyan prisgirêkeke belku pirsgirgêka giştiye li gor qanûna
Beljîka’yê.
Tezmînateke pir kêm gengaze. Tenê ew middetê ku mirov di girtîgehê de hatiye
ragirtin, û pir bi xweşî ew middeta ku ew berpirsên Kurd di zîndanê de man pir
pir kurt bû. Çimkî ewan derhal serbest hatin berdan, berî destpêkirina dadgehê
li gor biryara dadgeha temîz di wê demê de. Her di wê demê de dadgeha temîz pir
bi başî pê hesiya ku doz mijara terorîzmê nebû bi wî manayî ku tu tehdîd li ser emniyeta giştî li Beljîka’yê tunebû û tu tehdîd li ser xelkê nebû li Beljîka’yê. Tawanbarkiriyan derhal serbest hatin berdan.
Pirsgirêka dana tezmînatê heye, ne tenê bo wan tawanbarkiriyan belkî bo
hemû tawanbarkirîyan ku di heman rewşê de bûne.
Qazî: Niha heke em werin ser mijara derxistina PKK ji lîsta Yekîtî ya Ewrupa’yê . Em bi
biryara Dîwana Edaleta Ewrûpa’yê dizanin, wek parêzerek li ser pêvajo ya ji lîste derxistinê çi
dibêjî? Yanî ew pirsgirêk çava tê çareser kirin?
Fermon: Gerek were zanîn, tenê ji ber sedemên têknîkî biryara
dawî ew bu ku PKK bikave nav lîsteya rêkxistinên terorîst. Dîwana Edaletê ne
dikarî biryar li ser bide u ew tenê ji ber sedemên têknîkî û nîzamnameyî bû. Biryara di lîste xistina navê rêkxistinek an
ferdek, her şeş meh carek tê nûjen kirin. Qaîde û qural wisaye.Her şeş meh
carek encumena wezîran ya Yekîtiya Ewrûpa
gerek biryar bide ku kesek an rêkxistinek bixe nav lîste yê an ji lîste yê derxîne.
Qazî: Gelo di Encumena
Ewrûpa de rayedarek taybet heye ku ji wê
erkê berpirsyar be? Ango evya çawa dimeşe?
Fermon: Dikarim nimûneyekê ji te re bêjim. Di resmiyetê de
encumena wezîran berpirsyarê wî karî ye. Di resmiyetê de encumena wezîran li
ser disekine. Di rastî de lîste ji aliyê îstîxbarat û herwiha komîteyek taybetî
tê amade kirin ku navê wî “KORE PR“ e, tê wate ya Komîteya nûnerên dayimî. Yanî
sefîrên dewletên endam yên Yekîtiya Ewrûpa’yê, wana biryarê amade dikin. Di nav Kore PR ê
de komîteyek taybetî heye ku lîsteyê tespît dike. Ez berê di dozekî de
beşdar bûm derheqî damezrênerê Partiya Komonîst ya Fîlîpîn’ê Ku navê wî di lîste yê dehebû; Xose Maria Sison[
Xozê Mariya Sîson] li ser wî dozî KORE PR bi eşkere biryarek na qanûnî dabû. Encumen
li ser bingeha biryarek ku KORE PR amade kiribû ku dadgeha Holenda’yê tiştek gotiye ku di rastî de dadgeh temam berovajî
yê wê gotibû. Wan îddîayek şaş kirin. Nekû mesele şaş rave kirin belkî şaşiyek
bi zanabûn bû. Rojek ez di sêmînarek de li kêleka yek ji endamên wî komîteyî ronîştibûm
ku biryaran amade dike. Semînareke girtî bû û me karîbu bi awayeke vekirî deng bikin. Min jê re got;
ez fêm nakim hûn bi temamî dizanin ku ew biryarê Ku we daye şaş e, ji ber ku me
hemû materyal û belge dan destê we, gelo we ew materyal dîtin? Ew bersiv da;
belê me materyal dîtin. Helbet me nameyê we dît. Başe min jê piris kir bersiva
we çiye, çimkî we tu bersiv nedaye me. Ew
ji min re got; em dizanin ku hûn rast dibêjin, lêbelê biryar dayîn bi wî
terhî nameşe. Her welatek lîste ya xwe tîne û em li ser lîste yên welatên din
napeyvin, çimkî heke em dest pê bikin û li ser lîste ya welatek din biaxivin,
ew welat jî dest pê dike û li ser lîsteya welatê me dipeyve, û di rastî de
tiştê ku em dikin lîsteyan li hev girê didin,yanî her lîsteyek ku aliyek bi xwe
re tîne. Heke problemeke pir pir mezen a siyasî hebe, dibe ku em li ser
biaxivin, nexwe wekî din rola me ewe ku wan lîsteyan li hev girê din Ku
rayedarên her welatê endam ji me re rê dikin.
Helbet di asta her welatî de ew lîste yên ku tên pêşniyaz kirin ji aliyê rayedarên sîyasî û dezgehên îstîxbaratê ve tên amade kirin. Kar bi wî terhî dimeşe. Tenanet bi beyaneke şas a sedeman dimeşe, çimkî kes naxwaze li ser karê ewê din biaxive.
Ew dozê ku niha li pêş Dîwana Edaleta Ewrûpa’yê ye derheq bi PKK, doz li sala 2014’an de dest pê kir.Ji bo biryara sala 2014’an û di maweyekî de ku ew dibû di dadgeh re derbaz be û dadgeh li ser biryar bide, her carî her biryarek bo her şeş mehan carek dibe bi beşek ji pêvajoya dadwerî yê. Mirov tenê dikare wisa bike, heke argumenta devkî di dadgehê de were li dar xistin. Li ser wê dozê di navbera argumenta devkî di dadgehê de û biryar danê de dîsa navê PKK ket lîsteyê. Ji ber sedemên nîzamnameyî gengaz nebû ku bibe beşek ji biryarê dadgehê. Yanî hemû biryarên ku di neqeba salên 2014 û 2017’an de hatine iptal kirin, çimkî dadgeh got ku beyana sedeman ku ji aliyê encumena wezîran ve hatine dayîn, têrê nakin. Ew beyan, beyanek nîne ku mirov bigîjîne wî akamî Ku PKK rêkxistinek terorîstî ye, yanî ew sedemên ku tên nîşan dan, têrê nakin. Lê Dadgeh nikarî biryara dawî îptal bike, her çiqas jî ew biryara encumena wezîran li ser heman bingehane ku hatine îptal kirin ji aliyî dadgehê. Ji ber ku beyana sedeman nayen guhertin û her tim mîna hevin. Lewma ji ber sedemên têknîkî ew beyana sedeman nehat îptal kirin. Ji wê jî zêdetir weke encumena Yekîtiya Ewrupa li ser dozên din jî kirîye. Her ku biryara sala berê hat îptal kirin, biryarek nû da û dîsa PKK xiste nav lîste yê. Li ser bingeha heman beyana sedeman ku dîwana edaletê wek ne di cîh an naqanûnî hesibandibû. Evya praktîkeke ku me berê jî dîtiye. Ewan berê heman karî bi rêkxistinên din û ferdên din re kirine û dixwazin bi sedema siyasî rêkxitinan di lîsteyê da bihêlin. Ew bi eşkere çavê xwe li ser biryara dadgehê digrin û carek din navê rêkxistin an ferd dixine lîstyê. Li ser heman bingehî û li ser heman beyana sedeman. Û şexs an rêkxistin tu mecal jê re namîne û carek din gerek gazin bike û dozek nû veke. Eve tişteke ku di rastî de hatiye kirin. Dozeka nû dest pê kir û niha li bendê qerarê ye. Lêbelê ez bi temamî mikurim ku pir dijwar dibe ji bo dadgehê ku bi temamî dîtina xwe biguhere, çimkî ew gotin; beyana sedeman ne baş bû, û teqez tu sebeb nîne ku heman beyana sedemen ji nîşkêve bi kafî were hesibandin. Her wisa aliyek din jî heye. Encumena wezîran jî daxwaza temîzê kirîye li ser biryara dîwana edaletê ku ew jî li bendê ye ku li ber çavan were derbaz kirin di asta temîzê de. Ez nizanim ew çawa dibe, ji ber ku dadgeha Ewrûpa’yê piralî dişuxile ku tê wî manayî ku middeteke dirêj dikşîne heya biryarek were girtin. Lewma ez nizanim dê kengê biryareke nû bê dayîn. Lêbelê ez pir mikurim ku biryara dadgeha destpêkê dê her weke biryara berê be, çimkî tu sebeb nîne ku dîtina berê bê guherandin.
Helbet di asta her welatî de ew lîste yên ku tên pêşniyaz kirin ji aliyê rayedarên sîyasî û dezgehên îstîxbaratê ve tên amade kirin. Kar bi wî terhî dimeşe. Tenanet bi beyaneke şas a sedeman dimeşe, çimkî kes naxwaze li ser karê ewê din biaxive.
Ew dozê ku niha li pêş Dîwana Edaleta Ewrûpa’yê ye derheq bi PKK, doz li sala 2014’an de dest pê kir.Ji bo biryara sala 2014’an û di maweyekî de ku ew dibû di dadgeh re derbaz be û dadgeh li ser biryar bide, her carî her biryarek bo her şeş mehan carek dibe bi beşek ji pêvajoya dadwerî yê. Mirov tenê dikare wisa bike, heke argumenta devkî di dadgehê de were li dar xistin. Li ser wê dozê di navbera argumenta devkî di dadgehê de û biryar danê de dîsa navê PKK ket lîsteyê. Ji ber sedemên nîzamnameyî gengaz nebû ku bibe beşek ji biryarê dadgehê. Yanî hemû biryarên ku di neqeba salên 2014 û 2017’an de hatine iptal kirin, çimkî dadgeh got ku beyana sedeman ku ji aliyê encumena wezîran ve hatine dayîn, têrê nakin. Ew beyan, beyanek nîne ku mirov bigîjîne wî akamî Ku PKK rêkxistinek terorîstî ye, yanî ew sedemên ku tên nîşan dan, têrê nakin. Lê Dadgeh nikarî biryara dawî îptal bike, her çiqas jî ew biryara encumena wezîran li ser heman bingehane ku hatine îptal kirin ji aliyî dadgehê. Ji ber ku beyana sedeman nayen guhertin û her tim mîna hevin. Lewma ji ber sedemên têknîkî ew beyana sedeman nehat îptal kirin. Ji wê jî zêdetir weke encumena Yekîtiya Ewrupa li ser dozên din jî kirîye. Her ku biryara sala berê hat îptal kirin, biryarek nû da û dîsa PKK xiste nav lîste yê. Li ser bingeha heman beyana sedeman ku dîwana edaletê wek ne di cîh an naqanûnî hesibandibû. Evya praktîkeke ku me berê jî dîtiye. Ewan berê heman karî bi rêkxistinên din û ferdên din re kirine û dixwazin bi sedema siyasî rêkxitinan di lîsteyê da bihêlin. Ew bi eşkere çavê xwe li ser biryara dadgehê digrin û carek din navê rêkxistin an ferd dixine lîstyê. Li ser heman bingehî û li ser heman beyana sedeman. Û şexs an rêkxistin tu mecal jê re namîne û carek din gerek gazin bike û dozek nû veke. Eve tişteke ku di rastî de hatiye kirin. Dozeka nû dest pê kir û niha li bendê qerarê ye. Lêbelê ez bi temamî mikurim ku pir dijwar dibe ji bo dadgehê ku bi temamî dîtina xwe biguhere, çimkî ew gotin; beyana sedeman ne baş bû, û teqez tu sebeb nîne ku heman beyana sedemen ji nîşkêve bi kafî were hesibandin. Her wisa aliyek din jî heye. Encumena wezîran jî daxwaza temîzê kirîye li ser biryara dîwana edaletê ku ew jî li bendê ye ku li ber çavan were derbaz kirin di asta temîzê de. Ez nizanim ew çawa dibe, ji ber ku dadgeha Ewrûpa’yê piralî dişuxile ku tê wî manayî ku middeteke dirêj dikşîne heya biryarek were girtin. Lewma ez nizanim dê kengê biryareke nû bê dayîn. Lêbelê ez pir mikurim ku biryara dadgeha destpêkê dê her weke biryara berê be, çimkî tu sebeb nîne ku dîtina berê bê guherandin.
Qazî: Di dozeke
wisa de lobî kirin bandora xwe heye li Dewletên Yekbûyî. Bo mînak; Rêkxistinek
Iranî hebû MOCAHÊDÎNÊ XELQ ku ji lîstê
derket û berê di lîsteya têrorê Emrîka’ye de bû. Di asta Ewrûpayî de îmkana tiştê wilo heye?
Fermon: Helbet bi awayeke giştî bandora xwe heye, ewe
eşkereye. Li ser MUCAHÎDÎN a Îranî rastî ewe ku ji lobî kirinê zêdetir ew tiştê
ku bandor kir ew rastiye bû ku di rewşa taybetî ya wê demê de, di têkiliya
navbera Iran û Iraq de bi qezenca siyaseta Amerîka û Berîtanya bû ku Mucahîdîn
êdî di lîsteyê de nebin. Ez di wê baweriyê de me; ew zêdetir biryarek bû li ser
siyasetê ta evya ku ji ber lobî kirin evya hatibe kirin. Ev dibe ku ji bo PKK
ciyawaz be, çimkî ez wilo difikrim ku sekna Amerîka li ser PKK û Mucahîdîn ne
yek be. Helbet bandora xwe heye, evya eşkereye. Lewma heke mirov bi bîrura giştî nîşan bide ku biryar
dayîn ji bo tevlî kirina navê rêkxistinek di lîsteyê de an taqîb kirina ferdek di
dadgeha tawankariyê de û terorîst bûn an beşdarî di çalakiyek rêkxistinek terorîstî de, heke mirov bikare bîrura
ya giştî qane bike ku ew rêkxistin bi tu awayî terorîst nîne, evya bi temamî
mijarek din e. Ev yek dikare bi awayek bandora xwe bihêlê li ser wan
siyasetmedaran ku li ser lîstê biryar didin.
Qazî : Başe di dawî de heke em gotinên xwe bînin ser hevdû,
çi dikarî bêjî?
Fermon: Ez di wî baweriyê de me; ew biryarê ku hat dayîn, di
rastî de bayeke firsetan bi xwe re aniye. Bayek firsetan ji bo rêkxistinên
Kurdî. Bi taybetî niha li Beljîka’yê. Çimkî Kurd êdî nabe ji wê yekê bitirsin ku dîtina
xwe bi awayek azad derheq bi arîşe bi dewleta Tirk re îfade bikin. Tiştên ku
wan dibêjin êdî weke propaganda naye hesibandin ji bo rêkxistinek terorîst.
Kurdan dikarin bi azadî xwe bi rêkxistin bikin. Helbet di sinûra qanûnê de evya
eşkere ye. Lêbelê ta niha her core çalakiyek ji bo doza Kurd di bin metirsiyê
de bû ku were kiremînalîze kirin. Evya êdî temam bû û ev bayeke firsetan e.
Nuxta dûhem ez di wê baweriyê de me; ew biryare ji bo welatên Ewrûpayî jî
bayeke firsetan e. Çimkî wek min pir caran berê gotiye; kêşeyan gerek werin
çareser kirin, û li hember terorîzmê gerek şer were kirin. Ewe tê wî manayî ku
livir firsetek heye bo ku paradîgma were guhertin û rewş wek kêşe were dîtin,
di mînakên wilo de dewletan xweş xizmetî ya xwe didin nîşan dan, ji bo ku yarmetî
bikin bi peyda kirina çareseriyek. Helbet evya mijarek cudaye ji şer kirin dijî
terorîzmê. Û ew biryar bi gotina wê yêkê ku mijar kêşe ye û terorîzm nîne, firsetek baş diafirîne bi dereca yekem ji bo rayedarên Beljîka’yê ku bibin mînak ji bo karbidestan li welatên din yên Ewrûpa’yê ku siyaseta kirêmînalîze kirinê biseknînin û mijarê
weke kêşe bibînin û bifikrin çawa dikarin bi rêya dîolpmatîk, alîkarî bikin
daku aliyên kêşe yê, dest bi diyalogê bikin û çareseriyek siyasî jo bo wê peyda
bikin. Lewma di wî warî de ew biryar dikare encameke erênî ya wî hebe di warê
siyasî de jî, heke bi cîddî were mêzandin û têra xwe were hesibandin.
Qazî: Pirsayek ku rasterast elaqe ya wî bi mijara me nîne
û ew jî li ser sekna rêkxistina
parêzerên weye li ser dîrokterê berê ya Vîkîlîlksêku niha di zîndanek de li Beritanya’yê rewşa wî pir xerap e û metirsî li sere ku radestî Amerîka’yê bê kirin?
Fermon: Rêkxistina me Komela navneteweyî ya parêzerên
dêmokrat, her tim piştewanî kiriye li Culyan Asanj her ji despêkê ve. Li gor
dîtina me eşkereye ku di wî mijarî de komployek heye derheqê qanûna tawankariyê
dijî wî û hewil tê dayîn ku ew neye siza dan goya ji ber tawankariya cinsî ku
wek tê îddîa kirin li Swêd’ê hatiye kirin. Her kes dizane evya behaneyeke ku ew were ceza kirin ji bo
karê ku ew dike. Dosya PKK nîşan dide
Vîkîlîks çande bi mifa ye. Bi saya Vîkîlîks em dizanin ku ew dosya çawa hat çê
kirin. Lewma karê Vîkîlîksê zaniyarî yîn girîngin ji bo hemû hemwelatiyan. Me
piştgîrî da Culyan Asanj her ji serî de, û me daxwaz kir ku ew derhal were
serbest berdan. Helbet eşkere ye ku em dijin ku ew radestî Amerîka’yê bê kirin. Di çarçova Neteweyên Yekbûyî de mandateke me ya çavdêriyê heye ku ew tê wê
manayê ku em dikarin çalakî li dar xin li Encumena Mafê Mirov li Jênêv’ê û me bi salan çendîn sêmînar li dar xistiye li ser doza
Culyan Asanj. Me daxwaza muxayet bûnê kiriye û hewil daye ku dewletan wî tiştî helsengînin, berê li cem
Swêdiyan û niha li cem Berîtaniyan ku derhal Culyan Asanj serbest berdin û hemû
core taqîbê cezayî li dijî wî biseknînin.
Qazî: Gelek sipas rêzdar Fermon ji bo beşdariya we di
Rawêjê de. Hêvîdarim tu berdewam bî li piştevanî ya gelan di cîhanê de û bi
ramanên dêmokratîk yên xwe.
Fermon: Ez dê baştirîn hewlê xwe bidim, sipas ji bo vexwendina
min ji bo bername yê.
Têbînî: Ev Hevpeyvîn di îvara
roja înê 7’ê sibatê de
hatiye kirin û îvarê yekşem 16’ê sibatê 2020’an li
bernama Rawêj di STÊRK TV de hatiye weşandin.
No comments:
Post a Comment